Polîtîk

Hamond: Em li hember serkeftinên pêşmerge ecêmayî mane

Di dîdarekê de, wezîrê derve yê Birîtaniyayê li hember serdana bo herêma Kurdistanê kêfxeşiya xwe nîşan da û got ku, beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta Îraqê de û çûna wezîrên kurd bo Bexdayê atmosferekî erênî li Bexdayê dirust kiriye û ev yek wisa dike Bexda jî ji bona çareserkirina pirsgirêkan pêngavan pavêje.

Wezîrê derve yê Birîtaniyayê rola herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirina penaber û koçberan de bilind nirxand û got tevî îmkanên tixûbdar yên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê hijmareke zêde ya penaber û koçberan heandine, avahî jê  re peyda kirine, hevkarî û alîkariya wan kirine û gelek ji pirs û giriftariyên wan çareser kirine. Şandeya mêvan tekîd li wê yekê kir ku, divê civaka navdewletî zêdetir alîkariya penaberan bike, bi btaybetî berî hatina demsala zivistanê divê alîkariya wan bê kirin.

Li dor cenga dijî terorîstan jî, wezîrê derve yê Birîtaniyayê rola pêşmerge di şerê dijî DAÎŞê de bi roleke qaremanane wesif kir ku, pêşmerge karî metirsiya terorê ji herêma Kurdistanê dûr bixe û gelek deveran ji bin destê terorîstan rizgar bikin. Wezîrê birîtaniyayî tekîd li wê yekê kir ku, Birîtaniya digel hevpeymanan berdewam dibe li ser pêşkeşkirina hevkarî û piştgiriya serbazî û meşiq û rahînan pêşmerge  daku bikaribin weke pêwîst erka xwe bi cî bikin û terorîstan jinav bibin û ”em dê alîkar bin Îraq bi xwe bikare di warê şarezayî û pisporîya leşkerî de pêşde biçe û aktîvtir şerê dijî terorê bike.

Li dor têkeliyan  jî wezîrê derve got ku, Birîtanbiya dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran û bi taybetî di wan pirs û waran de yên ku, di dema serokê herêma Kurdistanê serdana Londonê kirî hatibûn behis kirin, pêş bixe. Şandeya mîvan ew yek jî eşkere kir ku, di demek nêzîk de geştên asîmanî di navbera Hewlêr û Londonê dest pê dikin û ev jî ji bo her du aliyan sudbexiş e.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Birîtaniyayê kir ku, di warê serbazî û mirovî de hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî, sipasiya biryara parlamentoya Birîtaniyayê kir ku, piştgirî li hevkariyên serbazî û mirovî bo herêma Kurdistanê kir. Barzanî got ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariyên zêdetir heye daku, bikaribe baştir rûbirûyê DAÎŞ bibe, herwesa diyar kir ku, nêzîkî yek milyon û pêncsede haezar penaber û koçber li herêma Kurdistanê hene û wan pêwîstî bi zêdetir hevkariyên cidîtir yên navdewletî heye, bi tyabetî ku, penaberên Kobanî û koçberên deverên din yên Îraqê berdewam ber bi herêma Kurdistanê tên.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa biryara herêma Kurdistanê ya hinartina wezîrên kurd bo Bexdayê û beşdarîkirin di hikûmeta Heyder Ebadî de kir û piştevaniya herêma Kurdistanê bo serokwezîrê nû yê Îraqê û hikûmeta wî diyar kir. Barzanî got ku, şandeyeke herêma Kurdistanê ji bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan dê serdana Bexdayê bike.

Piştî civînê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Birîtaniyayê di preskonferensekê de naveroka civîna xwe ji mediyayê re eşkere kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Di destpêka preskonferensê de serokwezîr sipasiya serdana wezîrê derve yê Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û got ku, di civînê de wan sipasiya rola Birîtaniyayê kir ku, ew di warê  serbazî û mirovî  de hevkariya  hemû Îraq û herêma Kurdistanê dike ”yek milyon û pêncsed hezar koçber û penaber yên navxwe û derve li herêma Kurdistanê hene û ji bo vê yekê me daxwaza hevkariyê ji Birîtaniyayê kir.”

Wezîrê derve yê Birîtaniyayê Filip Hamond got ku, li herêmê pirseke, qeyraneke, mirovî heye û got di civînê de wan behsa pêşveçûnên siyasî û serbaziyên li dijî DAÎŞ hatine pêş û hevpeymaniyeke mezin kir. Wî got ku, ew li hember serkeftinên pêşmerge ecêmayî mane û tekîd kir ku, civaka navdewletî amadeye di warê serbazî û mirovî de harîkariya herêma Kurdistanê bikin. Tehedayeke mezin li ser herêma Kurdistanê heye lê ”em we dilreher dikin ku di şerê dijî DAÎŞê de herêma Kurdistanê bi tenê nabe”

Hamond got ku, ew wan bûyerên rojane li Kobanî diqewimin dibînin, lê civaka navdewletî pirojeyekî domdirêj ji bo berhingarbûna DAÎŞê heye û hevpeyman di pirojeyekî hevbeş de dixwaz in terorîstên DAÎŞ binbir bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî kir û li di heman demê de got ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi çekên giran yên weke; dijetank û helîkopteran heye, divê çekê pêşmerge jî weke çekê DAÎŞ be.

Li dor beşdarîkirin di hikûmeta Îraqê de, serokwezîr dot: Me biryar da wezîrên me biçin Bexdayê û piştî vê demek tê diyar kirin em jî weke şandeyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan diçin Bexdayê.”

Back to top button