Polîtîk

Serokê Kurdistanê partiyên Rojavayî re civiya

Êvariya îro sêşem 14.10.2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hevbeşa Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Suriye (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM)ê civiya. Şanda Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Suriye ji Sekreterên partiyên li nav Encûmenê pêkhatibû, her wiha şanda Tevgera Civaka Demokratîk jî ji serkirdayetiya TEVDEM ê pêkhatibû.

Di destpêka civînê de Serok Barzanî li gotarek de tekez li ser ewe kir ku niha gelê me li qonaxekî hestiyar da derbas dibe û pêwîste hemû aliyek ji berê zêdetir kar ji bo yekrêziyê bikîn ji ber ku ew êrîşa ku heye li ser hemû Kurde neku li ser aliyek yan navçeyekî diyarîkirî.

Serok Barzanî bi deng ve hatina civaka navdewletî ji bo piştevaniya li Kurd bi hengavekî girîng û derfetekî zêrîn da zanîn û ragihand niha Kurd take hêze ku li beranber Da’îş şer dike û terorîstan karîne artêşa dû dewletan bişkênin lê belê tenê li bereya şer li gel Kurd hatine şikestin, ji bo wê yekê gelek girînge em Kurd jî yekrêziya xwe nîşa dinyayê bidîn û pêwîste dev ji hemû nakokiyan berdîn û bi pêkve bergiriyê li kerameta gelê xwe û axa xwe bikîn, eve jî erkeke li ser milê me hemûyan û ew li ser hemû erkekî dine.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji hemû aliyên Kurdên Rojava kir ku gelek bi cîddî wan girftan çareser bikîn û nêrîneke stratejîk ji bo paşaroja gelê me yê li Rojava hebê û em jî li Herêma Kurdistanê amadene ji bo her hevkariyekî û kêmasiyê nakîn.

Serok Barzanî tekez jî kir ku şer dijî Da’îş ji bo gelê me çarenûssaze û ew bergiriya li Kobanê heye cihê teqdîre û serkeftina Kurd li her cîheke serkeftina me hemûyane. Serok Barzanî ragihand: Ew bi deng ve hatina hevpeymanan jî ji bo bergirîkirina li Kobanê cihê pêzanîne û li cem min Kobanê û Hewlêr tu cûdahiyeke xwe tûne, ji bo wê yekê ewê ji destê min hatibê min kêmasî nekiriye ewê ji bo parastina Hewlêrê me kiriye ji bo Kobanê jî me kiriye û ew hevkariya navdewletiya ji bo parastina Kobanê hate kirin wekî hun jî dizanîn ku ji bo parastina Hewlêrê jî hate kirin.

Serok Barzanî tekez jî li ser ewe kir ku hewlên me ji bo ewe bû bala civaka navdewletî ji bo parastina Kobanê rabikêşîn, parastina Kobanê pêwîstî bi hengavên kirdariye û ji bo berdewamî û zêdebûna vê bi deng ve hatina civaka navdewletî pêwîste em hewlên xwe yek bixîn.

Her wiha li civînê de her yek ji rêzdara Si’ud Melle û Tahîr Sefuk û Şêx Elî bi nûnerayetiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd û Hevserokê PYD Saleh Muslim bi nûnerayetiya Tevdemê gotarek pêşkêş kirin û ji bilî wê pêzanînên xwe ji bo hewla Serok Barzanî ku ji bilî mijulbûna rêzdar yan li bereyên şer, dema xwe ji bo civîna li gel aliyên Rojava terxan kiriye û ewe jî bi nîşana peroşiya Serok Barzanî ya ji bo pêşkêşkirina hevkariyê ji bo birayên li Rojava dane zanîn. Li vî derbarî de birêz Saleh Muslim Hevserokê PYD gelek spasî Serok Barzanî kir ji bo wan hevkariyên ku pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û her wiha ji bo helwest û daxuyaniyên cenabê wî ya ji bo piştgîriya li Rojava. Li dawiya civînê de her dû şandê tekez kirin ku li gel nêrînên Serok Barzanî hevrêne û amadehiyên xwe ji bo yekrêzî û hev helwesta hemû aliyên Kurdên Rojava nîşan dan.

Back to top button