Polîtîk

Hevkariya serbazî û siyasî berdewam e

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Flîp Hamond Wezîrê Derveyê Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Edward Okdên Berpirsê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa ya Wezareta Derveya Brîtanya û General Sir Sîmon Nêrdirayê Asayîşa Brîtanya ya li Herêma Kurdistanê û Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Bexda û hejmarek şêwirmendên siyasî û serbazî ya Hikûmeta Brîtanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku her yek ji Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan û Cebar Yawer Endamên Fermandeyê Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bo wan hevkarî û piştevaniya pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine spasî Hikûmeta Brîtanya û hêzên hevpeymanan kir.

Paşê Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi serkeftinên Pêşmerge yên li bereyên şer wê yekê xisterû ku Kurdistan rûbirûyê şerekî demdirêj li gel dijminekî sersext û tawanbar bûye ku tehdîde li ser hemû aliyek. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa ewe kir ku her çende Pêşmerge li ruyê pirçekkirinê ve ablûqe li ser hebû, lê belê qehremanane rûbiruyê rêxistineke terorîstî bûye ku îmkaniyata dewletekî li ber dest daye û karî zû taktîka terorîstan bizanê û rê li pêşketina wan bigre û li çendîn navçeyê da paşvekêşiya wan bike û şikesta wan bîne.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya balkişand li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û wê yekê xisterû ku qursayî ya vê şerê sext li ser şanê Kurdistanê ye û Kurdistan jî şûna hemû cîhanê şerê Da’îşê dike û ji bo wan serkeftinan li dijî Da’îş bi dest hatiye pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kir. Wezîrê Derveyê Brîtanya balkişand li ser wê yekê ku niha hêzên Pêşmerge û hevpeymanan ji bo rûbirûbûna Da’îş wan ber çav rûniyekî zêdetir heye.

Her li vê hevdîtinê de guftûgo li ser çawayiya li navbirina terorîstên Da’îş kirin û tekez li wê yekê kirin ku ji nav birina terorîstan hewlekî hemû aliyaneya serbazî û siyasî û aborî divê û pêwîste çavkaniyên wan yê darayî bêne hişk kirin û azadiya hatin û çûna wan bê qedexe kirin û pêwîst dike li ruyê fikrî ve jî zanayên olî û rewşenbîrî û navendên hizrî li ruyê terorîstan da bên ji ber ku ev tehdîd tehdîdekî ciddiye û hemû aliyek dixe bin metirsiyê.

Li beşekî dinê hevdîtinê de hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan hate nirxandin bo ku armancên serbaziyên terorîstan bi awayeke karîger bê ji nav birin û jiyana xelkê sivîl jî bi baştirîn awayî bê parastin.

Her li vê hevdîtinê de behsa proseya siyasî li Iraq û pêkanîna Hikûmeta nû kirin, li vî derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê xisterû ku serkirdayetiya aliyên siyasiyên Kurdistanê biryarê dane beşdarî proseya siyasiya Iraqê bibe û piştevaniyê li Serok Wezîrê nû yê Iraqê bike.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de guftûgo li ser dûbare rêkxistina artêşa Iraqê kirin, ku pêwîste hevsengî têda hebê û rol û beşa Pêşmerge jî bi ber çav bê girtin.

Axaftina di derbarê rola welatên navçeyê ya li bihêztirkirina hevpeymaniya navdewletî li dijî bi terorîstên Da’îş mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button