Clary: Ewê ji bo lawan baş bê, ji bo Kurdistanê jî başe!
Roja sêşem 25.02.2020 Enstîtuya Lêkolîn û Geşepêdana Kurdistanê IRDK, semînerekî di derbarê çawa bala destbijêrên siyasî ji bo reforman tê rakişandin? ji bo Stafford Clary Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê li nava Enstîtuyê de saz kir.
Şêwirmend Stafford Clary li ser çend mijarên giştî yê di derbarê pênaseya destbijêrên siyasî û rola wan li reforma siyasiya li Başûrê Kurdistanê komek bîr û raman û nêrînên li ser pêwîstiya reforman û veguhestina wan ya li rewşa Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Stafford Clary Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bi kurtî behsa van çend xalên li jêr kir:
1- Kultura Kurdistanê zêdetir pişta xwe bi axaftinê ve girêdaye neku bi nivîsînê. Eve rexne nîne, belku nêrîneke li ser kultura Kurdistanê. Ji bo wê yekê gelek başe ku bizanîn em ji ku hatîne û li kuyîn û berev ku ve diçîn. Ji bo eve jî pêwîstiya me bi lêkolîneke rijd û girîng heye.
2- Gelek pêwîste li reforman da rê û derbasgeh (Approach) bê peydakirin ku bandorê bixe ser destbijêra siyasî ku heta reforman bike. Li vir da gelek girînge dezgehên lêkolînê bandorê li ser destbijêrên siyasî dirûst bikin.
3- Li reformê da divê tenê hikumet kar neke, li Kurdistanê da xelk tenê çavê wan li ser take kesên desthilatdarane û girîngiyê bi sazî û damezraweyan xwe nadin. Paşarojeke geştir bêyî sazî û damezraweyan armanc pêknayin.
4- Yek ji saziyên bi bandor Zanîngehin, li Kurdistanê da ji bilî hebûna hemû kêmasiyan 32 zanîngeh hene, pirsiyar eveye ew zanîngeh ji bo civakê çi dikin? Li rastiyê da zanîngeh nabê ji bo mijulkirina xort û lawan bêne damezrandin. Li Kurdistanê da eqil û ramanên baş yê law û xortan heye, lê belê girîngiyeke kêm bi wan tê dayîn û li meydana kar da hewlên wan kêm têne dîtin.
5- Kurdistan divê pişta xwe uze û enerjiya rojê ve girêbide. Ji ber ku samanekî mezina rojê heye ku li gelek welatên Ewrupa ji bilî li Qibrisê ew uze û enerjî li berdestê wan de nîne.
6- Kêşeyekî herî mezinê Kurdistanê eweye serkirdayetî heye, lê belê kargêrî û îdaredana wê nîne. Eve jî gelek ji hevdû cûdane.
7- Bingehên reforman eweye siyaseta giştî di derbarê tendirûstî û perwerdeyê de û ji bingehê ve bê danîn. Li vir da behs proje nîne, behs behsa siyaseta giştî ye ku me nîne.
8- Mezintirîn kêşeya Kurdistanê pişt guh xistina xortane ku hêza kar û dahênanê ne. Eger kar li gel xortan neyê kirin û derfet bi wan neyê dayîn, Kurdistan wê qonaxekî xerap û dijwar da derbas bibe. Ji sedî şêstê xelkê Kurdistanê li bin 24 saliyê dane, ew hene û divê kar li gel wan bê kirin. Divê siyasetmedar bizanin ewê ji bo xortan başe, ji bo Kurdistanê jî başe.
Li beşa dûyema semînerê da komek pirsiyar û guftûgo li navbera amadebûyan û mîhvanên serekî de dirûst bû.
https://www.youtube.com/watch?v=_6TxtoLanP0&feature=youtu.be