Polîtîk

Serokê Kurdistanê pîrozbahiyê li Hevserokên YNK kir

Îro çarşem 26.02.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel birêzan Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bi helkefta hilbijartina wan bi Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Li peywendiya telefoniyê da Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî wê yekê ku hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê xwest, behsa rola diyar ya YNK li qonaxên xebata gelê Kurdistanê da kir û tekez li ser girîngiya pêgeh û hewlên YNK ya bi navê tebayî û yekrêziya pêkhatan û aliyên Kurdistaniyan da kir. Her wiha hêvî xwest hilbijartin û destbikarbûna wan, xizmeta wê yekrêziyê û hêviyên xwedê jêrazî cenabê Serok Mam Celal bike.

 

Back to top button