Çiyayê Ararat an Çîyayê Agirî

Çiyayê Ararat an Çîyayê Agirî
Di dîroka Kurdan da çîyayê Agirî ciheki girîng digirît. Lê kes baş nizanît çi bûyer çêbûye. Ber, dar, çîya bi ezman ketban da bo me buyera li ser van erdan qewimî gotiba. Zilmên mezin, neheqîyên mezin çêbûne. Em ji kî dêrê dizanin? Ji kilaman, ji çend resmên bi destê dijmînî hatî keşandinê, bi gotinen bab û bapîran. Gava zalim û zordar bi talan, kuştin, tedaîya xwo bê rehmîyê zêde diken gilî û gazinde ji felekê tête kirin. Ey felekê xaînê te çira li me weha kir, te mala me xirabkir, te zarok û zeçen me bê xweyî û xwudan perîşan kir.
Di heqîqatê da, çu guneha felekê nîne. Yê zulmê, kuştinê, xirabîyê diket her mirovin. Ji day û bab benîademin. Lê Habîl bi destê Qabîl bi çi sebep hatibîte kuştinê ew jî ji ber wê çendê têne kuştinê. Yê mala xirab diket, konê wan ji naw kona radiket, jina, zarokan, pirêmêran li çolan, deştan bê xwudan perîşan diket her birayê vi yê bi nave Kabil’e. Bi çi rengi? Çav birsîye, ya li deste wî da pê razî nabit. Çî caran têr nabit, her çav birsîye. Hemu tişta bo xwe di xwazît. Zordare, dunyayê bo xwo di xwazît. Bahra birayê xwe qet nadet! Ji ber vê çendê dikujit…
Gava gîl û gazinde di hatine kirinê, bûyera li ser serê milleteki reben pêk hatîy, bi rengê rondikan hûrik hûrik di hate gotinê… Te çima li me weha kir. Bi vi halê me, dilê dijmina şad dibit û dilê dostan jî dişkêt. Destpêka van kilaman kengî çêdibû? Piştî komkujîyan, sotina gundan, xirab kirina malan, koçberî, zindanan kirin meran… Pîremêrek, pişta wî qos bûy. Êş û elemen hizar salan, ji şeqên alekan diyare.
Qaputeki gewrik, xwe ji seferberlixê heta nehe li ber e. Li kêleka dîwarekî kerpîç runiştî bi dur di fikurît u waha di got: “Te dilê dostan şikand, dilê dujminan bime şad kir.” Hêstirêt çavan, mîna rubareki bihare boş dibin. Bangurankek zulmê, hivî, mirovî, biratî, edelet li bin xwe herişandî bu. Eşa wi, tirsa wi, xofa wi ji ve bûyerê ye…
Gava dewletên mezin belav bûn, Kurdan jî go: “Em jî heq, hukuk, biratî, beraberi di xwazin…” Tîrkan, Ereban, Eceman ev daxwaz qebul nekir. Qerar bi, komkuji, fetisandin û bindestiya wan hate danînê.
Devleteki Kurd, ne bi tinê bo imparatorîya kevn tinê asteng tê hesêbandin, ji bona siyaseta dewletên mezin jî dibe derfet. Li du şorişa Fransayê, hizr û ramana welatperveri, neteweperesti bi harikarîya ruşenfikrên ku li xerbê xandiy bi Kurdistanê hate belav kirin. Paşê serhildan, şoriş li Kurdistanê bi şikleki xweristî pêk hatin. Lê temami wan, bi şiddet, komkuji bersiv dîtin. Bi hizar salan Kurd hatbûne lêhbandin, xapandin paşî ku çîtê li peşya lehb û xapandinê rabu bi xwe hesyabûn û serê xwe rakiribûn. Devleta Osmanî ew bi navê biratî di lehbandin û dîn bo vê direwa wan xeyliyek rengîn bû.
Cumhurîyetê ji heta demekê ew perde bi kar bir. Lê Kurd zû pê hesyan, serê xwe rakirin. Serê wan hate lêdan. Her roj meydan bi sepiyên idamê teji dibûn. Komkujî hebû, kuştin hebû. Leşkerê xwunxar bi temamê quweta xwe hatin. Daketin bajer û gunda, li jor baberok û teyaran bombên xwe berdana ser mirovan. Sotin, xerabkirin, şewitandin… Li jêr tiqe tiqa topan û mîtralyozan çi hate ber wan kuştin, sotin, xerab kirin. Bajêr û gund ji xîmi xirab kirin. Ne bi zarokan, ne jinan, ne piremêran rehm nekirin, malên wa talan kirin.
Serhildan û şorişen mezin ku piştî cumhuriyetê pek hatin eve bûn:
Şorişa Nesturi di sala 1924 ê
Şorişa Şêx Seîd di sala 1925 ê
Şorişa Kaçkıran/Raman di sala 1925 ê
Şorişa Sason di sala 1925 ê
Şorişa Ararat di sala 1926 ê
Şorişa Koçuşağı di sala 1926 ê
Şorişa Mutki di sala 1927 ê
Şorişa Ararat ya duyemîn di sala 1927 ê
Şorişa Bicar di sala 1927 ê
Şorişa Asi Resul di sala 1929 ê
Şorişa Tendürek di sala 1929 ê
Şorişa Savur di sala 1930 ê
Şorişa Zeylan di sala 1930 ê
Şorişa Oramar di sala 1930 ê
Şorişa Ararat ya sêyemîn di sala 1930 ê
Şorişa Pülümür di sala 1930 ê
Şorişa Dersim di sala 1937 ê
Di van şorişan çi çêbû, çi hate serê wan ewên ku di nav şerda nebû, ne tête gotin û ne jî behs kirin. Ne insan ew taqet heye ne jî qelemi. Paşî faşil bûna şorişan gele Kurd, ruşenfikr, welatperver koçber bûn, bi Îranê, Suryê, İraq û keşwêrên dî çon, penahende bûn, mişextî kêşan. Yên çekên xwe ne danayî, li serê çîyan şer dikirin. Bukêt des bi xena, dayîk, kal bi hesreta wan di qelijîn, di sotin û weha di gotin:
Li duri mi tu li ber duwara runiştiyî, qotya cîgarate li destê te tu berîya me dikey. Te beriya rêka mala xwe, zarokên xwe, nanê li ser sêlê, keşka li tenûrê, berfa serê çiyan, berfa li ser zeviyan kiriye. Me jî beriya te kiriye. Li durî te xwelya heft gunda bi serê min, xoya bazaran bi dilêmin werkirin. Tu halêmin bibînîy! Were! Were ku ez li nav çi halime da bibînîy. Were ku li durî te ez ketme çi hali da tu bîbînî. Dor werê me xirab kirin. Kitaba me qatixê me tal kirin. Kuçkê me, tenura me, reş kirin, xirab kirin. Kolan li me tarî bûn. Her sal teqîbat têt pirsa te diken. Disa jendirme hatibûn. Ser kaniya gundi, pirsa te, navê te kirin. Qe kesî nav, nîşan û şuna te ne got. Bi roniya çavê min rêndabane, da te dinav dilê min da dîtban. Çavê xelqê li ser mi bûn, awa didîtin. Cendirma ne didîtin, çav li wa tarî bi bû.
Ev mişextî êdî bese. Were da ew awuriyên gundiya li ser mi rabin. Were ku tu halê min bibînî. Roja te birnoya xwo li şikeftê veşart û tu çoy, li ser befrê reça te gehriyan. Dewsa piyên te li ser berfê ne dîtin, lê di nava hêstirê çavê min da dîtin. Zanîn tu di îça dilê min da bûy. Ji vê çendê li min xistin. Tu dîtiban, wêçaxê ji ber rêça tu li ser, hizra li serê te da li te xistiban. Ez ne ketme xema lêxistina wan, ez ketme xema mişextiya te. Ku tu çuy şunda, xwuna dilêmin li nav çavê xelqê, gundîyan da di herikît. Ku tu çuy şunda, xwuna dilê min, mîna ava bê dar li nav cunê min, dilê minda hişk bû. Tu li wêrê her zindiyî. Taze tu li ucê dunyayê jî biy, baş bizane tu li nav dilê miyî. Li nav xwunê min di heriqî.
Ez baş dizanim, te çi şolen xirab nekirine. Te biratî, hemberî, edelet dixast. Yên mirov bin ve rêçê de şopînin. Tu sera rebena, belingazan, bêkesan, sera axa xwe, sera axa xwe ku çavê xelqê ketiy van kolana. Seba li hemberê zulmê, neheqiyê, zordariyê te serê xwe bilind kiriye. Ji ber mina mirovan jiyan kirnê, sewê meriv bi rengê meriva berê xwe bidine hev te serê xwe rakir. Sewa qederê xelqê xwe, qederê ku tariya ketinê.
Sewa xatirê Xwudê… Sewa ku gelê te, serê xwu, stoyê wxe li hemberê zulmê xwar nekin, te dengê xwe bilind kir. Sera xatirê zar û zêçê bê guneh, te xwe da ber hemberê zulmê. Were, were ber min were ku tu çuy şunda min çi keşand, da bi bînîy. Tu çuy şunda ê ku Xwudê nasnekir, xwun kirne dile min. Ê ku bawerî bi Xwudê, kitêb, dîn û îman ney, kolan li me tarî kirin. Xwun kirne dilê min. Min destê xwe rakirin bangi Xwudê kir:
Xwudêo Xwudêo firsendê nede destê zaliman. Xwudêo Xwudêo tu destên zaliman hişk bikey…
İbrahim Zozan