Nivîsar

Qetlîama Roboskîyê: Çapemenî, Hikûmet, CHPê, MHPê, BDPê

Di dawiya sala 2011-an û 28. 12. 2011-an de li Kurdistanê, li bajarê Şirnaxê, bajeroka Qilebanê, li gundê Roboskîyê ewrekî tarî peyda bû, belafirên Dewleta Tirk ya kolonyalîst, li ser gundiyên ku di sînorê Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de tîcaret a “neqanûnî” dikin, bomba hatin barandin. Encama van bombayan, 35 gundiyên kurd hatin kuştin. Ji van gundiyên kurd, 15 û an jî 16yên wan jî zarok û xwendevan bûn. Di nav wan gundiyan de parêzer gundî yên dewletê jî hebûn. 

Piştî ku li Gundê Roboskîyê qetlîam pêk hat, bi hezaran mirov ber bi gundê Roboskîyê meşiyan, ji dehhazar zêdetir kesan ew gundiyên şehîd gor kirin; li tevayî Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de xemgînî û reaksîyonek gelek mezin pêk hat. Di nav kurdan de pan-kurdîzma çandî û siyasî bi awayekî gelek erênî derket holê û ew ruha li Kurdistanê belav bû. Di nav gelê kurd de ji aliyê hestan de hevbeşiyek pêk hat. Bi taybetî helwesta Hikûmet û Parlamentoya Dewleta Federe ya Kurdistanê, helwesta Gruba kurd ya di Meclîsa Îranê de gelek girîng bû. Di vê bûyerê de helwestek milî ya hevbeş a siyasî jî di nav kurdan de qewimî. Ew qewimandina gor xwezayîbûna yekîtiya miletekî rû da û qewimî. Vê yekê qanûn, asteng û zorbatî û leşkerên dewletên kolonyalîst bêmane kir. 

Hîç şik tune ye ku bûyera Roboskîyê jî di rupelên dîroka miletê kurd û mirovatiyê de cîh girt. Nûha şûnda dema ku ji qetlîamên Kurdistanê yên mezin û biçûk bê bahs kirin, wê demê dê ji Qetlîama Roboskîyê jî bê qal kirin. Lê taybetî jî wek kategorî dê di çarçeeweya qetlîama Gundiyên Ozalpê (1943) û Gundiyên Ereb û Kurd yên Wîranşehrê de bê bahs kirin.

Qetlîama Roboskîyê bûyerek ewqas mezin e ku doza Darbeya 12-îlonê û di derbarê Kenan Evren û hevalên wî de hatiye vekirin, di bin siya xwe de hişt.

Wûsa xuya dike ku ew bûyera Roboskîyê dê di platformên navneteweyî de jî bê niqaşe kirin û li dadgehan bê darizandin. Encamên di derbarê gundên Roboskîyê de dê li ser jiyana kurdan ya hiqûqî, civakî, neteweyî û navneteweyî bandor û tesîrek mezin pêk bîne.

Dîsa Qetlîama Roboskîyê dê bibe sedem ku her kes, her partiyek siyasî, rewşenbîr û siyasetmedar helwesta xwe ji çav derbas bikin.

Qetlîama Roboskîyê di kîşan şertan de pêk hat…
Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinê her çiqas di şertên gelek xwezayî de nebe jî, ji bona makezagonê ji hemû partiyên siyasî komîsyonek ava bû. Wê komîsyonê biryar da ku xebat û biryarên xwe bi yekdengî bimeşînin.

Komîsyon, nûha ji partiyên siyasî yên ne di meclîsê de ne, ji rêxistinên sivîl û ji rewşenbîran pêşniyar werdigre.

Li Meclîsê komîsyonek avabûye ku di derbarê kujerên nediyar de lêkolîn dike: Komîsyon biryar daye ku bi sedan kesan re danûstandin bike û û bîrûreyên wan bigre; raporekê amade bike; piştî ew raporan dema hewce hat dîtin doz vebe.

Di derbarê Darbeya Leşkerî ya Faşîst de doz vebû. Ev doza ji bona gelên Tirkiyeyê gelek girîng e. Ev doza her kesî û bi taybetî jî kurdan eleqedar dike.

Hikûmetê li hemberî PKKê stratejiyek nû pejirandiye. Pirsa kurd û pirsa PKKê dixwaze ji hevûdu veqetîne. Di heman dem de Kurdên sivîl û PKKê jî, dixwaze ji hevûdu veqetîne. Lê ji bona vê stratejiyê gelek rewşenbîr xwediyê şik bûn ku ev stratejiya encama salên 1990-î derxe holê. Din av demê de derket holê ku wûsa nîne û di vê stratejiyê de şertên serkeftinê derketin holê.

Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç di meclîsê de dema ku li ser navê hikûmetê di derbarê butçeya salane de nêrînên xwe anîn ser zimên û got ku “kurd bi hezaran sal in, ku jiyana xwe didomînin. Kurd jî xwediyê her mafekî ne. Ev mafên wan divê bê dayîn û bê naskirin.”

Ew nêrînên Bulent Arinçî dihatin wê wateyê ku dê di makezagona nû de mafên kurdan jî  bên nas kirin.

Wezîrê Dewletê Beşîr Atalay jî diyar kir ku paketek nû ya demokrasiyê amade dikin.

Li cem van li hemberî vesayeta leşkerî û dewleta kûr jî xebata hikûmetê dom dikir.

Di van şertan de Qetlîama Roboskîyê pêk hat. Loma jî ji bona bûyerê şikên mezin hatin holê. Bi taybetî nêrînên çend rojnevanan ev şikan zêdetir kirin.

Gelo ev bûyere qestî, encama komployek, an jî encama şaşiyek pêk hat?
Dema ku encama bûyerê ji çav derbas bibe, gelek aşkere ye ku Hikûmetê ji Qetlîama Roboskîyê zerarek mezin dît. Li cem vê yekê siyaseta Hikûmetê ya di vê merheleyê de li hemberî gelê kurd dimeşîne jî derdixe holê ku hikûmet bi qestî û bi zanatî biryara qetlîamek wûsa nade.  Dema biryarek wûsa bide, divê serokwezîr û hemû berpirsiyarên hikûmetê dîn bin û an jî ji aliyê dewleta kûr de hatibin teslîm girtin.

Di van şertan de jî, bona ku ev du şertan jî ne li holê ne, ez di wê baweriyê de nînim ku hikumetê bi qesit û girêdayî biryarek navendî ev bûyera qewimandibe.

Heger qesitek hebe, dema li encama bûyerê mêze bikî, ji encama bûyerê hêzên dewleta kûr û PKKê gelek sûd wergirtine; hêzên nîjadperest û Kemalîst jî, ji rewşê gelek kêfxweş in.

Helwesta çapemeniyê…
Di destpêkê de çapemeniya tirk helwesteke berpirsiyar û pozîtîf nîşan neda. Bûyer gelek dereng pêşkêşî reya giştî kir. Piştî ku bûyer ji aliyê reya giştî de hat zanîn, di çapemeniyê de gelek nivîskar û rojnemavanan helwesta hikûmetê û dewletê û serokerkanê gelek bi radîqalî rexne kirin û daxwaz kirin ku sedema bûyerê diyar bibe; hikûmet jî helwestek demokratîk û berpirsiyarî nîşan bide.

Hikûmetê helwestek demokratîk û hiqûqî û hevdem nîşan neda…
Hikûmet, di bûyerê de xwediyê qesitek jî nebe, diviya bû ku helwestek demokratîk, hiqûqî, hevdem nîşan bida. Bi lezûbez ew kesên ji vê bûyerê -bi qesit jî nebe- berpirsiyar in, ji wezîfê dest bikişanda, uzir ji gel bixwasta, pêvajoya lêpirsînê bi metodekî gelek aşkere dest pê bikira.

Hıkûmetê ew helwestek demokratîk, hiqûqî û hevdem nîşan neda. Teslîmî refleksa dewleta emperyal/kolonyalîst bû. Loma jî bûyera Roboskîyê hat şibandinî qetlîamên miletê kurd.

Bi taybetî jî helwesta berpirsiyarên hikûmetê di meclîsê de û li hemberî reya giştî, berpirsiyarek giştî, bi edalet, bi wîjdan nebû. Her yekî tiştek got û tiştek kir. Bi taybetî jî helwesta wezîrê hûndir hîç nayê tehemmul kirin.

Helweta CHPê trajîkkomîk e…
CHPê di derbarê Qetlîama Dersîmê de diyar kir ku li Dersîmê qetlîam pêk nehatiye. Lê diyar kir ku bûyera li Roboskîyê qewimiye, qetlîam e û ew qetlîama jî dişibe bûyerê 33 gundiyên Ozalpê yên ku ji aliyê Jeneral Muglalî de hatine kuştin. Di dema CHPê de pêk hatiye. Hîç demekê jî ev jî, wek qetlîamekê bi nav nekiriye.

Helwesta CHPê li hemberı Qetlîama Dersîmê helwestek trajîk bû, lê li hemberı bûyera Roboskîyê trajîkkomîk e. Di çarçeweya mûxalefeta arkaîk de ye.

CHPê dixwaze ku ji bûyera Roboskîyê sûd werbigre ku kurd deng nedin Partiya AKê bidin partiya wan ya Kermalîst.

Helweta MHPê nîjadperestî û kolonyalîst e…
MHPê diyar kir ku dewletê û serokerkanî wezîfeya xwe pêk aniye. Heger ji hezarî yek be jî di nav ew gundiyan de hebûna PKKêyîkî jî hebe, helwesta dewletê rast e.

Ew helwesta MHPê, helwesta dewletê ya kolonyalîst û nîjadperest e. Ev helwesta miletê kurd bi tevayî  “dijmin” dihesibîne. Qirqirina kurdan jî meşrû dibîne.

Helwesta BDPê tahrîkkar û bûyerkaranîn e…
BDPê, stratejiya partiyek sebixwe ne, siyaseta PKKê meşand. BDPê, PKKê di çapemeniya xwe de çi nivîsand û ji bona bûyerê çi got, BDPê jî bê şik ew stratejiya meşand û bûyer jî wûsa terîf kir û bi kar anî/tîne.

Helwesta mebûsên BDPê û bi taybetî jî helwesta Hasîp Kaplanî, gelek balkêş, provakatorî û tahrîkkar û tahrîbkar bû. Ji aliyekî de CHPê parast, ji aliyekî de jî ji Partiya AKê re dijminitî kir.

Di encamê de miletê kurd û gundiyên Roboskîyê zerarek mezin dît. Siyastemedaran û dezgehên siyasî jî dixwazin ku ji vê bûyerê sûd werbigrin û fêde jê bibînin. Hikûmet jî, ji sinawa demokrasiyê derbas nebû. Din av kurd û tirkan de jehra dijiminitî belav bû. Ramanên mirovan qirêj bûn.

Amed, 09. 01. 2012

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button