Civak

Kujerên 3 birayan li Qamîşlo eşkere bû

Grupeke ku nav li xwe dike “Koma Parastina Nirxên Gel” ku nêzîkî PYD ye, kuştina her du xortan li Qamişlo qebûl kir

Komê di daxuyaniyekê de got, malbata Bedro, berê dest danîbû ser hinek milkan, dema ku hatiye xwestin hesab bide, wê nalbatê êrîş kiriye û endamekî Komê birîndar kiriye.

Piştre jî “Koma Parastina Nirxên Gel” intîqam standiye û ew ceza kirine. Çavkaniyên ji Qamişlo dibêjin “Koma Parastina Nirxên Gel” bi destê PYD hatiye çêkirin.

Li gora ANF, grupa navborî gotiye kî destê xwe dirêjî hevalên wan bike ewê hesab ji wan bistînin. Navê her 3 birayên di êrîş ê de hatine kuştin: Amar, Nîdal û Ehmed.

Weke tê zanîn xûşkeke wan bi navê Kurdê berê di nava PKK de bû piştre cuda bûbû. Her wiha ew malbat berê yek ji malbatên herî nêzîkî PKK bû, piştre cuda bûbû.

Bavê wan Evdilayê Bedro niha giran birîndar di nexweşxaneyê de ye.

Avestakurd

Back to top button