CivakFlaş

12 Sal li ser komkujiya Kurdên Êzdî re derbas bû..

Îro 12emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdiye ye, dema ku çekdarên DAIŞê piştî kontrolkirina Mûsilê êrîşî Şingalê û derdora wê kirin û dest komkujiya Kurdên Êzdî kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3ê Tebaxê wekî Roja Navneteweyî ya Komkujiya Kurdên Êzidî ragihand. Di êrîşa DAIŞê ya 2014an a li ser Şingalê de; Bi hezaran kes hatin kuştin û winda bûn, û bi deh hezaran kesên din jî koçber bûn, ku hin ji wan koçberî derveyî welêt bûn.

Êrîşa DAIŞê ya 2014an a li ser Şingalê; Bi hezaran Êzdî hatin kuştin û koçber bûn

Di êrîşa 3ê Tebaxa 2014an a li ser Şingalê de, Çiyayê Şingalê tenê cihê ku Êzidiyan lê penageh girtin bû da ku nekevin destê terorîstên DAIŞê. Hin ji wan çûn Rojavayê Kurdistanê û dûv re bi deriyê Sêmelka-Pêşawar vegeriyan û li bajar û kampên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cih bûn, hinên din jî çûn derveyî welêt.

Ji ber êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê; Zêdetirî 5,000 Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2,745 zarok bê dê û bav mane.

Ji êrîşên DAIŞê ve, li Şingalê û derdora wê zêdetirî 85 gorên komî û çend gorên takekesî yên Êzidiyan hatine dîtin.

Êrîşên li ser bajarê Şingalê zirareke mezin gihandiye binesaziya bajêr û hejmareke mezin ji xanî hilweşiyane û hejmarek ji mezargehan ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin.

Di 13ê Mijdara 2015an de, hêzên Pêşmerge di bin serokatiya Serok Barzanî de û bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê, operasyonek ji bo kontrolkirina Şingalê dest pê kirin û di nav 24 demjimêran de, Şingalê hate rizgarkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hejmara Êzidiyan li Iraqê 550,000 e; Ji ber rewşa Şingalê, piraniya Êzidiyan niha li derveyî deverên xwe dijîn.

Xelkê Şingalê sedemên venegera welatê xwe bi hebûna komên çekdar, nebûna xizmetguzarî û aramiyê ve girêdidin.

Di 9ê Cotmeha 2020an de, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Bexdayê di bin çavdêriya serokwezîrê berê yê Iraqê Mustafa Kazemî de peymana Şingalê îmze kirin.

Hilbijartina parêzgarekî nû

Hikûmeta federal ewlehiyê birêve dibe

2,500 kes ji Şingalê û penaberên wê digire û hêzek nû diafirîne

Bidawîkirina hebûna komên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

Divê tu endamên PKKê neyên tevlîkirin nav hêza ewlehiyê ya nû

Divê Hewler û Bexda ji nû ve avakirin û rêveberiya Şingalê hevrêz bikin

Kurdên Iraqê hikûmeta Iraqê bi nebicîhanîna peymana Şingalê û derxistina hêzên çekdar ên neqanûnî yên wekî PKK û Heşdî Şebî tawanbar kirine.

Ev yek bûye sedem ku xelkê xwecihî tercîh bikin ku li kampan bimînin ji vegera tirs û çarenûsek ne diyar.

Roja Çarşemê, 2ê Tebaxa 2023an, hikûmeta Brîtanyayê bi fermî sûcên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî Kurdên Êzdî hatine kirin wekî jenosîd nas kir.

Berê, di 19ê Kanûna Pêşîn a 2023an de, parlamentoya Almanya komkujiya Kurdên Êzîdî wekî jenosîd îlan kir. Ev bû çaremîn parlamentoya Ewropî ku komkujiya Kurdên Êzîdî wekî jenosîd nas kir.

Di 6ê Tîrmeha 2021an de, parlamentoya Hollandayê bi yekdengî êrîş û kiryarên DAIŞê li dijî Kurdên Êzîdî li Başûrê Kurdistanê wekî jenosîd nas kir û di 15ê Tîrmeha 2021an de, parlamentoya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzîdî ji aliyê DAIŞê ve wekî jenosîd nas kir.

Di sala 2016an de, parlamentoya Fransayê yekem parlamento bû ku sûcên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzîdî wekî jenosîd nas kir. Parlamentoyên Hollanda û Belçîkayê paşê jî heman tiştî kirin.

Zêdetirî 10 welatan komkujiya Êzîdiyan wekî jenosîd nas kirine.

Mixabin heja piştî 12 salan, 15 kampên penaberan hene û 20,000 malbatên penaber di kampan de mane, ku hêjmara wan jî 110,000 kes e.

3595 Rizgarkirî

96 gorên komî yên Kurdên Êzdî hebûn

77 gorên komî hatine kolandin

66 gorên takekesî hebûn

55 gorên takekesî hatine kolandin

Cenazeyên 857 kesan ji gorên kolandî hatine derxistin, 500 ji wan di muayeneya bijîşkî ya dadwerî de li Bexdayê têne girtin û 300 jî li Şingalê hatine vegerandin û veşartin.

Back to top button