Ciwanên Kurdistanê ji bo hatina Barzanî amadekariyan dikin

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo hatina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê li ser tora civakiya facebook daxuyaniyek belavkirin û hemû endamên xwe vexwend ku ji bo pêşwazîkirinê amadebin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibeje: Remza Kurdayetî yê Serokê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî di 16.11.2013 de roja şemîyê dê were Amedê, paytexta welatê xwe.

Berdewamiyan daxuyaniyê de dibêje: Banga me di dezgeh û rêxistinên sîyasî, ji sazîyên civakî yên sîvîl û hemû millletê Kurd re; em wê rojê di saet 17:00 de li ber Otela Green Parkê bi dirûşmeya “ Bijî Yekîtî Serxwebûna Kurdistanê” û di destên me de Ala Rengîn pêşvazîya Rêzdar Barzanî bikin. Em ji milletê Kurd re tika dikin ku hemû kes bi Ala Rengîn beşdarî pêşvazîyê bikin.

Nêrînek

  1. “..destên me de Ala Rengîn pêşvazîya Rêzdar Barzanî bikin..” \r\n\r\nRastî jî, kêfan ra gîrîya merîyan tê.. Ew çi hestên merîtîyê ne, ew çi hestên Kurdewarî ne.. Serkeftin ji we ra serkeftin, Kurd û kurdistanê ra..

Nerîna min :