Polîtîk

Amed amadeye pêşwaziya Barzanî bike

Aydin Altaç Serokê Leqa Amadê ya AKP da zanîn ku Amed ji bo pêşwazîkirina Serokwezîr Erdohan û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê amadeye. 

Altaç da zanîn ku ew ji bo pêşwazîkirinê amadene lê belê heta niha hatina wan biryareke fermî wernegirtiye û hatina wan tekez nîne. Her wiha got: Em ji nûçeyên ragihandinê agahdarbûm, lê ez li gel Navenda Giştî ya AKP re axivîm, eger wekî mîhvan werin emê pêşwaziya wan bikin. Her wiha dibe ku li vir jî hinek hevdîtinên fermî bikin.

Back to top button