Kultur

8. Festîvala Fîlmên Kurdî li London destpêdike

Bi amadebûna çend stêrkên geşê cîhana fîlmsaziya Kurdî û hejmareke zêdeyê fîlmên dirêjên sînemayî, belgenameyî, kurtefîlm û anîmasyon, heştemîn festîvala fîlmên Kurdî li dû sînemayên bi navdarên Londonê (Heknî Pîkçerhaws) û (Wêstborn Studîoz) da li 15 heta 24 ê mehê yanzdeh birêvediçe.

Li ahenga vekirina festîvalê de fîlmê “Pêş Befirbarîn” bi amadebûna Derhêner‌ Hîşam Zeman û çend akterekî serekî yê fîlmê tê pêşkêş kirin. Ev fîlm ku yekemîn care li Brîtanya tê pîşandan bi awayeke hejêner behsa kuştina li ser şerefê dike ku yek ji wan babetên festîvala îsale. 

Fîlm heta niha çend xelatekî cîhanî bi destxistiye ku ya dawî li festîvala fîlma (Abu Dabî) de bû. Her wiha komek ji fîlmsazên Kurd amadeyê festîvalê dibin, hinek ji wan Behmen Qubadî û Huner Selîm û Teyfur Aydîn.

Back to top button