Kultur

Şivan Perwer jî li gel Barzanî diçe Amedê

Di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê de tê gotin ku hunermendê Kurd Şivan Perwer jî vegere Amedê.

Galip Ensarioglu Parlementerê AKP ya Amedê di derbarê vê serdana Serok Wezîr Erdogan û Serok Barzanî de got eve peyameke gelek dilxweşe. Hatina birêz Barzanî ya Amedê wê bandoreke erênî li ser pêvajoya aştiyê bike. Ji ber ku pêvajoya çareseriyê bêyî Herêma Kurdistanê û Rojava ne mumkune.

Her wiha Ensarîoglu got: Birêz Barzanî ji bo hemû gelê Kurd naveke gelek girînge. Ji ber wê yekê hatina wî ya Diyarbekirê wê hemû gelê herêmê dilxweş bike. Her wiha eve peyameke ji bo pêvajoya çareseriyê jî. Her wiha eve du sê sale li navbera Herêma Kurdistanê hevkariyeke stratejîkî heye. 

Ensarîoglu berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku li gel Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê tê çaverêkirin ku hunermendê Kurd Şivan Perwer jî li gel Barzanî vegere welat. 

Back to top button