Civak

Ciwanên Kurdistanê arîkariyê dikin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê/Qosar, ji bo malbatên muhtac kampanyayek alîkarîyê despêkiribu.

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî, li Amedê ji bo Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkarîyê dide despêkirin. Herweha ev çalakiyên arîkariyê ji aliyêTevgera Ciwanên Kurdistanê û Komeleyên wan ve berdewamin.

Rastî me meraq kir Tevgera Ciwanên Kurdistanê çewe arîkariyê dikin? Ji bo bersiva vê pirsê û herweha ji bo karek bi wate û xwedî nirxên hêja yê civakî, Rojevakurd çend pirs ji berpirsê Komeleya tTevgera Ciwanan li Qoserê kir.

Komeleya Tevgera Ciwanan bersiva pirsa me da. Em spasiya wan dikin û herweha ji bo vî karê hêja serkeftina wan dixwazin.

Rojevakurd: We çewe û ji bo çi dest vê arîkariyê kir? Imkanên we yê arikariya xelkê bikin çine? We ev kar çewe organize kir?

Bersiva Ciwanên Kurdistanê:

Em weke ciwanên Kurdistanî dinêrin ku welatiyên me mirovên zor dil bi rehm û xwedî xêrin. Hin cemaet vê dilrehmiya Kurdan li gor berjewendîyên xwe û bi piranî ji li dij Kurdayetiyê bi kar tînin. Cemaeta Fethula Gulen yek ji vana ya herî girîng û balkêş e.

Her sal li hemû bajar, bajarok û heta di van salên dawî de li gundên Kurdistanê digerin û fitre û zikata kom dikin.

Em baş dizanin ku ev alîkariyana nagihêjin netewa me heta ji bo polîtikayên li dij Kurdayetiyê di avakirina kolej û mektebên cemaetê de têne bi kar anîn. Weke ciwanên Kurd me ji biryar da ku ji niha û pê de em li hember van cemaetan hişyar bin û netewa xwe ji van polîtikayên cemaetên qirêj hişyar bikin.

Ji xwe di misilmaniyê de jî tê gotin ku mirov berê li xwe û derdora xwe bifikir e. Bi vê armancê salek berê di cejnê de me dest bi kampanya bi cil kirina zarokên ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn bajarê me kir.

Di vê kampanyayê de 270 zarok hatin bi cil kirin. Em van xebatan bi taybetî bi hêza xwe dikin. Yanî weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê em ji xwe de dest pê dikin û hevalên me ji malbatên xwe û derdora xwe vê alikariyê berhev dikin. Carinan mirovên dibihîzin bi xwe tên digihêjin me. Sala berê ku me dest bi vê alikariyê kir 5 xortên zanînheg dixwandin bursên xwe anîn gihandin me…

Niha belkî îmkanên me kême û ne bi dilê me ye lê em vê baş dibînin ku roj bi roj gelê me bêtir piştgiriya ma dike. Ev kampanya ku niha em didomînin bi minasebeta meha remezanê ji bo malbatên xîzan ku piçek be jî em alîkariyekê bikin û kêfa wan bînin.

Me beriya ku dest bi van kampanyayan kir, ewil me ji xwe de destpêkir, yanî her heval li gorî qeweta xwe hinek dirav datîne ortê. Dawiyê em ji her taxê bi hin hevalên xwe re dikevin têkiliyê û malbatên xizan tesbît dikin, hin hevalên me di wakfê de jî dixebitin em ji wan jî lîsteya malbatên xîzan distînin…

Pîştî ku me ev malbatana tesbît kir pêve em bi xwe yek bi yek dehrin malên wan û alîkariya ku me ji bo wan amade kiriye digihînin wan. Em ji her balbatê re jî vê dibêjin, em weke ciwanên Kurdistanî vê xebatê li ser navê tu partî an cemaetan nakin, tenê ji bo xwedê bi welatiyên xwe dikin.

Malbatên ku em digihêjin wan ne tenê Kurdin carinan em li malê xelkê me yê Ereb jî rast tên. Em ferqê qet naxin navbera wan çi Kurd, çi Ereb dibe hemî welatiyên Kurdistanê ne. Em weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi vî awayî tevdigerin birêz Dara. Ji bo alaqadariya we em sipas dikin. Em hêvîdarim ku me we ronî kir.

Back to top button