Nivîsar

Çîroka 5 Meymûnan ya li zanista derûniyê û serxwebûna Kurdistanê

Berî destpêbikim ezê lêborîna xwe ji we bixwazim, ji ber ku hinek kes dikarin baş tênegihin û bi awayeke din fahm bikin. Lê belê ez dixwazim bala hemû xwendevanekî bikşînim li ser vê çîroka 5 meymunan ya zanista derûniyê û serxwebûna Kurdistanê û helbet ew kesên ku dijî serxwebûna Kurdistanê ne divê dû caran hizra xwe bikin û ji xwe bipirsin gelo ji bo çi ew dijî dewletbûnê ne.

Gelek kesên ku zanista derûnî (saykolojî û psikolojî) xwendibin ji xwe vê çîrokê baş dizanin lê belê ez dixwazim dîsa jî vê çîrokê bibêjim:

5 meymûnan têxin nava rikew an ku qafese mezin. Dehîncekê datînin nava wê û li ser wê jî uşiyeke Muzan dadiliqînin. Her meymûnek ku derkeve ser dehincan û bixwaze xwe bigihîne muzan û ji derve ava sar li ser wan de dikin.

Hindî meymûnek bixwaze heman hewldanî bike û xwe biceribîne bi ava sar tê şil û ter kirin. Her 5 meymûn jî xwe diceribînin û dawiyê de hemû jî ji şilbûnê para xwe werdigrin. Ew meymûnê ku bixwaze cara dûyem xwe biceribîne ji aliyê meymûnên din ve ji tirsa dîsa şilbûnê têne astengkirin. 

Piştî demekê meymûnek ji wan pêncan tê guhertin û yeka nû dikeve hundir. Meymûna nû hatî nava rikewê, yekser berê xwe dide mûzan û dixwaze hilkişe ser dehîncan. Lê belê her çar meymûnên din rê nadinê û dikevin ser meymûna nû û lê dixin.

Paşê meymûneke dinê şilbûyî ji rikewê derdixin û şûna wî yeka din dixin hundir. Ew jî heman awayî dema mûza dibîne berê xwe dide dehîncan, lê ew jî têra xwe lêdanê dixwe. Tişta balkêş jî ewe ku ew meymûnê herî zêde li wî ya nû dixe, ew meymûna şil nebûyî lê lêdanê xwarî bûye.

Sêyemîn meymûna terbûyî jî tê guhertin. Meymûna nû ya sêyem jî heman awayî ji aliyê meymûnên din ve tê sizakirin. Her dû meymûnên ternebûyî nizanin ji bo çi li meymûna sêyem dixin lê dîsa jî ji wayê terbûyî zêdetir lêdanê dixin.

Cara dawî jî meymûna 4 û 5 ê şilbûyî têne guhertin. Di encamê de êdî tu meymûn berê xwe nadin wê uşiya mûzê ku li ser dehincê hatiye daliqandin û kesek hewldanek jî nake.

Ji bo çi? Ji ber ku li wir wiha hatiye û wiha diçe. Eve li derûniyê de bi fêrbûna amadekariya erênî ye… Ev tişt ji bo mirovan jî heman awayî ye….

Îro serxwebûna Kurdistanê û an jî dewletbûna Kurdan gelek gelek gelek nêzîkbûye û ez bawernakim tu demekî Kurd wekî roja me ya îro nêzîkî serxwebûnê nebûne. Lê belê ji hirde û virde hinek kesên Kurd ji ber sedemên pûç û vala dijî vê dewletbûnê derdikevin. Ez bawerim mirov dikare wan têxe asta meymûnên şilnebûyî lê lêdanê xwarî.

Ez bi xwe jî, xwe ji wan meymûnan dibînim ku divê me hizir û ramaneke hebe ku gelo em çima wê mûzê hemû pêkve nexwin? an jî ji wan meymûnan dizanim ku sedema wê çiye? An ku çima dewleta me çênebe? Çi kêmasiya me ji milletên din heye ku wan dewlet heye û me tûneye? sedem çi dibe bila bibe divê em cara dawî hewl bidin û dewleta xwe ava bikin. Ez bixwe razî me ku cara dûyem jî şilbibim û xwe bigihînim û wê ûşiya mûzê bixwim.

Botan Kurdistanî

botankurdistanî@gmail.com

 

Back to top button