Qeyseriya Yekgirtî, Fransa, Kurd/Kurdistan – İsmail Beşikçi

Di dîroka kurd û Kurdistanê de, Brîtanya Mezin û Fransa du dewletên pir girîng in. Tê dîtin piştî Şerê Yekem ê Dinyayê, di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, du hêzîn girîng ên ku şekil dane dinyayê Brîtanya Mezin û Fransa ne. Dabeşbûn, parçebûn, parvebûna Kurdistan û kurdan di vê serdemê de pêk hatiye. Vê rewşê, rewşeke ku qerqûtê kurd û Kurdistanê parçe kiriye, mejiyê wan belav kiriye, derxistiye holê. Bêguman hêzên emperyal ên vê serdemê Brîtanya Mezin û Fransa, bi hevkariya tirk, ereb û farsan li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn vî karî pêk anîne.

Îro li her du dewletan jî, yanî li Qeyseriya Yekgirtî û Fransayê, pêvajoyek balkêş tê jiyîn.

Li van her du dewletan, kurd, di holeke parlametoyê de, dikarin kêşeya kurd û Kurdistanê vebêjin. Ev pêvajoyek e ku di çend salên dawî de tê jiyîn. Pir hindik, hin caran yek ji parlamenterên Îngilîz an Fransizan beşdarê van civînan dibe. Çapemeniya ku li ser kêşeya kurd û Kurdistanê baldar e jî beşdarê van civînan dibe lê ev civînên kurdan di çapemeniya fransiz an îngilîzan de, pir hindik cih digirin.

Ev pêvajoya ku di salên dawî de, li parlamentoya Qeyseriya Yekgirtî, li parlamentoya fransizan rû dide, pêvajoyek e ku aliyên wê yên erênî hene. Ev pêvajo, bibîrxistina axaftin û gengeşeyên ku di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, di van holan de li ser kurd û Kurdistanê hatibûn kirin tîne rojevê. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn çawa pêk hat? Axaftin, gengeşe, biryarên operasyonan û hwd…

Aliyê herî girêng ê biryarên ku hêzên emperyal û rêveberiyên tirk, ereb û farisan ên li herêmê bi hev re girtibûn, pêkanîna cihbicihkirina rewşa parçebûn, parvebûnê di mejiyê kurdan de ye. Êdî, Iraq bi tevî Kurdistanê Iraq e. Îran, bi tevî Kurdistanê Îran e. Sûriye, bi tevî Kurdistanê Sûriye ye. Tirkiye, bi tevî Kurdistanê Tirkiye ye. Ev sînorên ku li mejiyan hatine kolandin, têgihîştineke wisa jî derxistine holê wekî ku ev sînor xwezayî ne.

Têgihîştinên dewlethezan ên bi awayê “her awa netewperwerî xerab e”, “ji her zimanî re dewlet ne pêwîst e” di van mercan de derketine, her ku çûye hêz girtine.Bi vî awayî nejadperestiya ‘an tu dê bibî tirk, an tu dê bêyî tunekirin’ û têgihîştina ‘ez dixwazim bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîm, li hember hêrîşên nejadperest ez dixwazim zimanê kurdan-çanda kurdan biparêzim’ bi zanîn tê tevlihevkirin, rê li ber kurdan tê girtin. Dema tê gotin“ji her zimanî re dewlet ne pêwîst e”, “li dinyayê ji sê hezarî zêdetir ziman hene”; tê xwestin kurdên ku ji 40 milyonan bêtir in bînin asta êlên 300-400 kesî ku li Sîbîryayê an li nava Afrîkayê dijîn.

 Piştî geşedan û operasyonên bi vî awayî piraniya kurdan dabeşbûn û parvebûnê xwezayî dihesibînin. Ev rewşa hanê rewşeke wisa ye ku meji û qerqotê kurd û Kurdistanê ji hev perçe û belav kiriye. Xendekên ku van rojan di navbera Başûr û Başûrrojavayê Kurdistanê de tên kolandin li ba kurdan reaksiyon û protestoyên mezin çêkirine. Tê gotin ku xendekan, kurdan ji hev dabeşkiriye. Di rastiya rewşê de sînorê Tirkiye-Iraqê, Tirkiye-Sûriyeyê, Tirkiye-Îranê jî kurdan ji hev dabeş dike. Ev sînorên hanê bi têlên dirî, bi zeviyên mayînan, bi zeviyên şopgerînê, bi barûyên çavdêriyê, bi balafirên casûsiyê tên parastin. Tecrîdkirina kurdan ji hev tê kûrkirin û berfirehkirin. Di sedsala 17. de Ehmedê Xanî ji vê hêlê ve bi tûndî mîrên kurdan rexnekiriye lê îro ev rewş ji aliyê piraniya kurdan ve wek rewşeke xwezayî tê dîtin.  Belbî diyardeya xendekan bibe sedemê vebûna şi’ûra kurdan, cihgirtina dabeşbûn, parçebûn, parvebûna wan di mejî de, ferqkirina çima li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn ji 40 milyonan zêdetir netewa kurd bêstatu hatiye hiştin, bo geşedana mejiyek wiha bibe wesîle.

Divê neyê jibîrkirin ku qismek ji kurd û Kurdistanê jî li Kafkasyayê, li Ermenistanê, li Azerbeganê ye. Kurdistana Sora ku di salên 1923-29an de jiyan dîtibû hê jî di bîra kurdan de dijî.

Divê neyê jibîrkirin ku kurd û Kurdistan, di serdemeke ku herî bêtir mafê netewan yê diyarkirina dahatûya xwe, dihat axavtin de, hatiye dabeşkirin, parçekirin, parvekirin.

Dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê ya 1920an, dabeşkirina kurd û  Kurdistanê ya sêyem e. Ev jî di kurdan de lewazîyek(ze’afiyek) îşaret dike. Hêzên dijmin ji vê lewaziya wan sûd digirin û wan dabeş dikin, parçe dikin û par vedikin û wan li gor berjewendiyên xwe seferber dikin.

Deynê Ewropayê ji Kurdan re Mezin e

Di salên dawî de, li Qeyseriya Yekgirtî û Fransayê vekirina hin salonên parlamentoyan bo  kurdan, di wan salonan de, civîn çêkirina kurdan geşedanek baş e. Divê ev, rê li ber famkirina di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, li ser serê kurd û Kurdistanê çi qewimî jî veke. Di 1920an de postê genî yê bile’net çawa kişandine serê kurdan? Li ser van mijaran di parlamentoyan de axaftinên çawa hatine kirin, biryarên çawa hatine girtin? Operasyon çawa pêk hatine?

Di 1945an de, di serdema Netewên Yekbûyî de, bi tevî ku li her aliyê dinyayê ji hêla siyasî ve guherînên mezin pêk hatine çima li Kurdistanê tu tişt neguheriye? Ev statukoya ku di 1920an de avabûye û statu nedaye kurdan, çawa piştî 1945an, di serdema Netewên Yekbûyî de jî karibiye were parastin?

Divê lêkolîn û lêgerîna vana hemû girîng be û divê ev ji aliyê parlamenterên îngilîz û fransiz ve bê kirin. Vekirina salonên parlamentoyê bo kurdan girîng e, lê qîm nake. Parlamenterên îngilîz û fransizan jî mecbûr in van pêwendiyan lêbikolin.

Bi tevî ku îro, kurd û Kurdistan, li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn xwedî nifûsek ji 40 milyonan zêdetir in jî bêstatu ne. Divê Rêveberiya Herêmiya Kurdistanê ya ku piştî midaxeleya DYAyê ya Iraqê ku di Adara 2003yan de pêk hatibû, avabûbû cuda bê nirxandin.

Rêveberiyên tirk, ereb û farisan li hember daxwazên netewî yên kurdan operasyonên wek jenosîdan li dar dixin. Sedemên vana hemû polîtîkayên emperyal ên Qeyseriya Yekgirtî û Fransayê ne. Jiber van polîtîkayên salên 1920an, bibûna di serî de Qeyseriya Yekgirtî û Fransa deynê hemû Ewropayê ji kurdan re mezin e.

‘Elametên Ze’afên Kurdan

Li jorê behsa ze’afên kurdan hatibû kirin. Domandina van ze’afan dikare bê şopandin. Dikare bê dîtin ku kurd gelekî ye ku ji rabirduya xwe ders nagire.

Li Başûrê Kurdistanê, di Rêveberiya Herêmiya Kurdistanê de, hebûna du artêşan, saznekirina artêşek Kurdistanî ze’afek pir girîng e. Divê kurd ji hev re te’wîzan bidin. Te’wîzên ku kurd bidin hev, di encamê de, kurdan mezin dike. Lê dema ku kurd te’wîzan nadin hev, kurd mecbûr dibin ku te’wîzên mezin bidin hêzên  dijmin. Ev jî şerefa  kurdan texrîb dike.

Têgihîştina PYDê ya “li virê ji min pê ve tu rêxistin nikare çalakî bike” li Başûrrojavayê Kurdistanê, ze’afek e. Divê li wêderê bi kurdên derveyê xwe re bi awakî organîze meşandina çalakiyan girîng be.

Divê Başûrê Kurdistanê, Rêveberiya Herêmiya Kurdistanê, bi Rojavayê Kurdistanê re li hev bike. Divê her du alî jî hebûna hev nas bikin, polîtîkayên hev hêzdarkirinê bipêşxin. Berjewendiyên gelemperî yên kurd û Kurdistanê, li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn vana dixwazin.

Divê li ba kurdan, di mijara dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê de pêşketina hişmendiyek paye bilind girîng be. Dema ku hişmendiyek wiha bi pêşkeve, hema li kîjan perçe dibe bila bibe, bi hikûmetan re, di pêwendiyên her awayî de, dê kurd û rêxistinên perçeyên din,   zerar nedin hev.

Werger: Ahmed KANÎ

Nerîna min :