Cîhan

Çînê jî berê xwe da Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jang Mîng cîgirê wezîrê derve yê Komara Çîna Milî û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar, şîretmend û sefîrê Çînê yê Bexdayê pêkhatibû, kir.

Di civînekê de şandeya mêvan li hember serdana bo herêma Kurdistanê ku, ev yekem care şandeyeke hikûmeta Çînê serdana herêma Kurdistanê dike kêfxweşiay xwe diyar kir û got ku, bajarê Hewlêrê bajreke xweş e û di warê avadankirinê de gelek pêşketî ye. Çîn dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke û serokwezîrê Kurdistanê dê di merasimê vekirina konsulxaneyê de beşdar be û ji bona vê yekê şandeya Komara Çînê sipasiya serokwezîrê herêma Kurdistanê kir.

Şandeya wezareta derve ya Çînê hêvî kir ku, vekirina konsulxaneya giştiya Çînê li Hewlêrê bibe pêngavek ji bo baştir ber bi pêşveçûn û xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de di hemû waran de.

Di civînê de behsa rewşa herêmî hat kirin û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, ji ber êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser hermê, îsal saleke nexweş bû, lê xelkê Kurdistanê li hember wan êrîşna berxwe da û berhingarî terorê bûn. Piştevanî û hevsoziya hikûmet û xelkê Çînê ji bo herêma Kurdistanê bi taybetî di warê siyasî û însanî de û îşaret bi yekê kir ku, dema terorîstên DAÎŞ êrîşî ser herêma Kurdistanê kir, Çînê xelk û kompaniyên xwe agadarkirin ku, ji herêma Kurdistanbê dernekevin.

Şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê herêmeke zangîn e û kompaniyên çînî dikarin di warê infrastruktura û sermayerazandinê de sud werbigirin.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana şandeya wezareta deveya Komara Çînê bo herêma Kurdistanê diyar kir û biryara hikûmeta Çînê ya vekirina konsulxaneya giştî li Hewlêrê bilind nirxand.  Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya rola konsulê nû yê Çînê kir û got ku, her çiqas ev demek kurt e bi dest karê xwe kirî, lê bi berdewamî û bi cidî lêxebitiye têkeliyên Kurdistanê û Çînê ber bi pêş bibe.

Herwesa sipasiya piştgirî û hevkariya xelik û hikûmeta Çînê kir, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê de ku, ji bo ser hemû mirovatiyê metirsiyeke cidî ye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, têkşikandin û binbirkirina DAÎŞê li Îraqê bi tenê bi rêya leşkerî nabe, lê ji bo nehêlana terorîstan divê di warê siyasî de gav bên avêtin.

Pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şer DAÎŞ têkşikandiye lê pêwîstiya pêşmerge bi piştgirî û hevkariyên zêdetir yên navdewletî heye û divê çarçoveyê de çavê herêma Kurdistanê li ser Komara Çînê ye.

Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê amadeye pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên çînî bike ku, li herêma Kudistanê beşdariyê di pirosesa avadankirinê de bikin.

Back to top button