Cîhan

Çîn konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Li bajarê Hewlêrê, îro, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Tan Banglîn mebûsê wezareta derveya Komara Çînê kir.

Tan Banglîn got ku, wî di vê rewşa heye de serdana herêma Kurdistanê kir daku piştgiriya gel û hikûmeta Çînê bo herêma Kurdistanê û hevsoziya digel penaber û koçberan nîşan bide. Benglîn got ku, di vê serdanê de ew dixwazin lêkolîn bikin ka gelo Çîn di pirsa penaber û koçberan de dikare bi çi awayî hevkariya herêma Kurdistanê bike?

Tan Benglîn mebûsê wezareta derve ya Komara Çînê ew yek jî eşkere kir ku, hikûmeta Çînê di nava du mehên bên de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike û ew bi xwe dê weke yekem konsulê Çînê li herêma Kurdistanê dest bi kar bike. Wî got ku, bi rêya vekirina konsulxaneya Çînê ew dê pireke mokim navbera herêma Kurdistanê û Çînê ava bikin û dê lêbixebitin  şirket û kompaniyên çînî berê xwe bidin herêma Kurdistanê û beşdariyê di pirosesa avadankirin, binyatdanan û pêşxistin aherêma Kurdistanê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara Çînê a vekirina konsulxaneyê li herêma Kurdistanê ku, dixwaze di vê rewşê de konsulxaneya giştî li Hewlêr veke û têkeliyan bi herêma Kurdistanê re xurtir bike, kir. Barzanî got ku, ev pêngava Çînê di vê rewşa niha herêma Kurdistanê û dever tê de derbas dibe piştgiriyeke manewî ya mezin e û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankarî û hevkariyan ji bo vekirina konsulxaneyê bike.

Her du aliyan xwesteke xwe ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên dualî bi tyabetî di warê aborî, bazirganî, siyasî û civakî de nîşan de û tekîd li ser alîkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de kir.

Weke tê zanîn bivekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê, her pênc dewletên endamên daîm di Konseyea Ewlekariya Navdewletî a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (Rûsiya, Fransa, Amerîka û Birîtaniya)  nûneratiya diplomasî li herêma Kurdistanê dibe.

Back to top button