Nivîsar

Bayê guhertinê û rastiya tevna civatê

 

 Cano AMEDÎ

Em baş zanin ku civatên li ber bayê guhertinên civakî û sîyasî, ne bi darê zorê ne jî bi sînorkirina îdeolojîyan şekil û şemal digirin. Guhertinên bi darê zorê pêktên, di dawîya dawî de bi darê zorê têk diçe. Ger tevgerek îdeolojî  bi tevna civatê bileyize di dawîya encamên bûyeran de armanca nerazîbûnê bi xwe re tîne..

Di nav qeyranên civakî de, nezanî û xizanî her tim hêzên serdest in û di tayinkirina encamê de xwedî rolek taybet in. Guhertina civatê ya bi darê zorê,  weke bendavên avê ne. Pêlên nezanî û xizanî, gava di kolanan de weke lehîyên avê biherike, çi bi berkeve, xerab dike û bi xwe re dibe. Gava hûn bi tevnê civatê bileyizin wê li ku û çewa bisekine, hûn nizanin û nikarin pêşî lêbigirin. Guhertinên bi darê zorê jî çê dibe encamên wê her tim xirabtire. Civatê bi pêş naxe, her diçe paşve dixe. Lewra guhertinek xwezayî pêk nayê.

Psîkolojî û sosyolojîya civatê, divê bi raman û pêwîstîyên civatê re li hev kirî be. Guhertinên civatan jî weke lehîyê ye: Av çewa bi hêz diherike û tiştên bi ber dikeve bi xwe re dibe, zirar û zîyanên mezin dide derûdora xwe; guhertinên îdeolojîk û olî jî tevna civatê serûbin dike û paş ve dixin. Guhertinên civata li ser bingeha berjewendîyên mirovahîyê yên gelemperî  dimeşe. Ger em bixwazin mînakan bibînin divê em di nav dewlemendî û kûrahîya dîroka mîrovahîyê de, li  şopa rastîya xwe bigerin! Civata xwe nas bikin.

Problema  partî û rêxistinên Kurd,  ne tunebûna bername û manîfestoyên bi nav û  deng in; problema herî mezin, peydekirina kadroyên li hevkirî û bi hev bawer in. Ger kadroyên li hev kirî ji dil û can bi hevra bimeşin, di hemû qadên jiyanê de berdewamî û cidîyeta ked û xebatê nîşan bidin, ez bawer im bername û manîfestoya herî mezin wê derkeve holê.

Gava kadroyên partî û rêxistinên kurd di hemû deman de û di jiyana xwe de Kurdî bifikirin, bi kurdî tevbigerin û bi kurdî bijîn, ez bawerim wê manîfestoyên herî Kurdistanî ava bikin. Lê xuyaye ji gelek kadro, sîyasetmedar û rewşenbîran re awazên Tirkî gelek maqûltir tê!

Ger em ji dil û can  ji bo têkoşîna Rizgarîya Netewîya Kurdistan xebatekê bikin. Divê berî her tiştî, em çand, rê û rêbazên civata xwe baş zanibin û li gor pergalên demê, civata xwe bi rêxistin bikin. Berjewendîyên netewî, divê hertim bên parastin.. Gava desthilatdarîya netewî tune be, mîsogerîya berjewendîyên kesayetî û malbatî û çîni jî tune ye.

Ji ber van sedeman, divê her neferekî kurd karibe biqîre û bêje: ez xîzmetkarê gelê Kurd im. Ji bo berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê çi pêwîst be, ez amade me.

Belê em baş zanin ku ne perê me heye, ne jî mufetiş û simsarên pey “îhaleyên kar” digerin di nav me de hene. Em bi ked û xebatên xwe, bi bawerî û dilsozîyek  germî xizmetkarên welatê xwe ne. Em xebatkarin doza Kurdistan in. Em hêvî û daxwazên xwe bi kesayetan, bi transferan, bi tacir û canbazên sîyasetê re girê nadin. Em rezerv û bendavan, neyartî û dijîtî li hemberî tu hêzek Kurdistanî çênakin û nîşan nadin. Ked û xebata tu hezekî înkar nakin û li hemberî hêjayî û dîroka wan bêhurmetî nakin. Ked û xebatên hemû hêzan ji bo me pîroz e! Lewra ji bo serxwebûna Kurdistanê, em dilopek xwêdana her mirovekî weke nîrxek pîroz dibînin.

Em weke nan û avê zanin ku ji bo berjewendîyên gelê Kurdistanê pêwîstîya me bi hev heye. Em ne sîya hinek der û doran e, ne jî  peyayê sîyaseta perçekirinê ne! Em têkoşer û xebatkarên serxwebûna Kurdistanê ne! Em ne tu hêzekî, ne jî derûdorekî ji xwe re asteng nabînin. Ji bilî dagîrker û kolonyalîst û xulamokên wan, em hemû hêzên Kurdistanî dost û kedkarên doza Kurdistanê dibînin. Em pê li lingê kesî nakin û li wan cîh teng nakin.

Em dixwazin di rojên bêhêvîtîyê de, ew kesayetên di pêş de karibin ji dil û can bi hevre xebatê bikin, kedek hevpar têxin xizmeta gelê xwe, serê xwe biêşînin werin cem hev, hevdû nas bikin û wargeha bawerîyê ava bikin! Îro nebe sibê, ev kesên weke hev difikirin, tevdigerin û hêvîdikin wê li wargeha berjewendîyên Kurdistanê cih bigirin!

Em baş dizanin ku doza serxwebûna Kurdistanê, hemû beşên civata Kurd girêdide û divê hemû derûdor têde cîhê xwe bigirin. Weke aktorên dîrokî rol û hunerên xwe nîşan bidin. Kurdistan jîyangeha me hemûyane. Divê bi her awayî em lê xwedî derkevin û bi parêzin.

Di xebatek vekirî û meşrû de, bi hemû beşên civatê re pêwîstîya pêwendî/têkilîyên rûbirû heye. Ji bo armanc û daxwazên hevpar, stratejîyek netewî pêwîst e. Civata Kurd, weke hemû civatên din, xwedî pir rengî û pir çandîye. Berjewendîyên hemû çîn û beşên civatê, di bin ala netewî de, li ser bingeha dewletbûna Kurdistanê de pêk tê!

Em baş dizanin ku di pêwendî û têkilîyên dewletan de, di sîyaset û dîplomasîyê de, dostanî û hevalbendîyek bê sînor tune ye; berjewendîyên dewletan esas in! Her dewlet li gor berjewendîyên xwe sîyaseta xwe diafirîne. Gelê kurd jî divê li gor berjewendîyên xwe sîyasetek netewî biafirîne.

Hemû hêz, rêxistin û partî divê li gor pîvanên netewî sîyasetek realîst bajon û berjewendîyên Kurdistanê biparêzin. 15.09.2014

 

 

 

Back to top button