Çînê jî amadehiya xwe ji bo Kurdistanê derbirî
Îro pênçşem 18.09.2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Tan Banglîn Konsolê welatê Çînê li Hewlêrê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Konsolê Çînê li Hewlêr ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û biryara vekirina Konsolxaneya Giştî ya welatê xwe û destbikarbûna wekî yekem Konsolê welatê Çîn li bajarê Hewlêr bi Serok Barzanî ragihand. Konsolê Çînê eve jî xisterû ku ev hengav destpêkêke ji bo vekirina peywendiyekî fermî û raste rast ya li navbera Çîn û Kurdistanê û hêvî xwest peywendiyên di navbera her dû aliyan geş bibe, her wiha balkişand li ser wê yekê ku asoya pêşketinê li Herêma Kurdistanê gelek rûne û warê karê hevbeş di navbera Kurdistan û Çînê de berfirehe.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Konsolê Çînê li Hewlêrê amadehiya welatê xwe jî ji bo yarmetîdana mirovî û şandina hevkariyê ji bo koçberan nîşanda û balkişand li ser wê yekê ku welatê wan ji bo parastina aramî û asayîşa cîhanî alîgirê hemû hewlekî navdewletiye. Di derbarê êrîşên terorê jî Konsolê Çînê wê yekê behs kir ku teror tehdîdeke hevbeşe li ser hemû welatên cîhanê.
Li beranber da Serok Barzanî pîrozbahiyê li Konsolê Çînê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û xweşhaliya xwe jî ji bo vekirina peywendiya di navbera welatê Çîn û Kurdistanê ya li asta fermî û dîplomasî da nîşanda û hêvî xwest ev peywendî xizmeta berjewendiyên her dû aliyan û navçeyê bike.
Di derbarê êrîşên terorîstiyên Da’îş û serkeftinên Pêşmerge Serok Barzanî balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstan û ew wêneya efsane şikand ku Da’îş ji bo xwe wêne kiribû. Li gel ewe da jî êrîşa terorîstan her maye û pêwîste bê ji nav birin û ew ji nav birin jî hewlekî hemû aliyenaya cîhanî divê û welatê Çîn jî bi hukma pêgeha navdewletiya xwe dikarê rolekî çalak li vî derbarî de bibîne.
Nirxandina rewşa mirovî ya koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî biryara welatê Çînê ya ji bo şandina hevkariyên mirovî ji bo Herêma Kurdistanê bi bilind nirxand.