Polîtîk

Serok Barzanî spasiya Amîd Simê Boselî kir

Îro pênçşem 18.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Amîd Simê Boselî Fermandeyê Hêza 18 ê Supaya Yekê Zêrevanî kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatinê lê kir û spasî xweragirî û azayetiya wê fermandeyê kir ku li gel polek heval û Pêşmerge Şengalê bi cîh nehiştin û gelek azayane man û bergiriyê kirin û nehiştin destê reşê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê.

Serok Barzanî tekez kir ku Pêşmerge erkekî pîroz hilbijartiye ku herdem pêş merg û mirinê dikevê û giyanê xwe bext dike bo ku gelê wî bi zîndî bimîne, ji bo wê yekê azayetiya wê fermande û Pêşmergeyan li çiyayê Şengalê mane û bergiriyê kirine cihê pêzanîne û şanaziyekî tomar kirine ku wekî hemû destanên pir serfiraziyên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind tê nirxandin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku Şengal û ew hemû navçeyên ketine destê terorîstan têne azad kirin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin nav malên xwe.

Li beranberda, Amîd Simê Boselî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û serinc û têbiyên xwe yên li ser rûdawan û rewşa Pêşmerge li Şengalê û çiyayê Şengalê bi taybetî xisterû û ragihand ku ewê min û hevalên xwe me encam daye erkê ser şanê me bûye û herdem amadene bergiriyê li ax û gelê xwe bikîn.

Back to top button