CivakRojev

Çîn Hewlêrê dike navenda geştiyariya Rojhilata Navîn

Kompanya Pekîn ya Çînî ku karê veberhênanê dike programek bi navê Happy City komelgehekî kultûrî û geştiyarî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê ava dike.

Rûbera nexşeya Happy City ji 5 milyon metir du ca pêkhatiye û bi giştî 5 milyar dolar ji bo vê projeyê hatiye terxan kirin. Ev proje bi awayek hatiye dîzaynkirin ku salane dikare pêşwaziya 15 milyon geştiyaran bike û cihê mayina 80.000 kesan dabîn bike. Her wiha 8.000 hezar derfet û hela karên raste rast û çendîn hela karên neraste rast jî desteber dike. Eve jî wiha dike ku Hewlêr bibê navendeke geştiyariyê li hemû Iraqê û her wiha li hemû Rojhilata Navîn de.

Happy City bajarê yariyê 1001 Aqua park, hotelên Rûkar, kolanên bazirganî, villa û apartmanên mezin li gel navendên werzîşî û navenda xizmetguzarî û hêsankariyên wekî supermarket û xwendingeh û nexweşxane û çendîn pêwîstiyên din pêktê ku dibê cîheke navxweya dilxweşiyê.

Back to top button