
Di 26ê Cotmeha sala 2017an de Heşda Şe’bî bi hêzeke mezin êrîşî mîhwera Sihêla kir, di destaneke bêhempa de hêzên Pêşmerge êrîşa çekdarên Heşda Şe’bî têk bir.
Ev destan bi xwîna çendîn şehîdên qehreman hat tomarkirin, yek ji wan jî Berpirsê Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wehîd Bakozî bû, ku wî roleke girîng di şer de lîst. Hevalên Şehîd Wehîd Bakozî dibêjin; dema metirsiyek li ser Kurdistanê derdiket holê, ji bo jiholêrakirina wê metirsiyê, Wehîd Bakozî di xeta pêşî de bû.
Wehîd Bakozî soz dabû ku jiyana xwe bike qurbanî û bihustek be jî axa xwe nede dijminan. Wî soza xwe pêk anî û xwe gorî ax û azadiya welatê xwe kir.
Zarokên Şehîd Wehîd Bakozî dibêjin; ew şanaziyê bi şehîdbûna bavê xwe dikin û ew ê li ser rêbaza wî bimeşîn.
Çîroka Şehîd Wehîd Bakozî li vir temaşe bike: