Nivîsar

Çima ji bo Herêma Kurdistan qiyamet rabû?

Gelek xwişk û bira pirseke gelekî rewa û di cihê xwe de dikin: 
Çima USA û Europa, bi hawarê rikberiya Sûriya ve nehatin û nayên, lê di 2 rojan de bi hawara kurdan ve hat?
Çima têkiliyên xwe bi Herêmê re girêdidin û li dij PKK û baskên wê li Sûrî radiwestin?

Bi kurtî: Bawerî bi rikberiya Sûrî nîne, ji ber ji destpêkê ve, neyek in, islama ko zû hate veguhestin bo ya tundrew, li ser asteya siyasî jî, çu projekt ji bo Sûriyayeke nû nebû û ta niha jî nîne.

Lê çavdêriya wan li serpêhatiya Kurdistanê, bo wan diyarkir, ko dikare sîstemeke siyasî fereh, sûkeke azad û tolerensek li ser bingeha rêzgirtin, pêkvejiyan û ruha lêbuhurînê, bête avakirin, eger alîkarî û piştgirî hebe.

Pirsa ku alîkarî bi PKK û baskên wê re nabe, gelek sedem hene:

1. PKK bi kêşeya welatekî Nato ve girêdayî ye û Pakta Nato bi peymanan bi hev ve bend in.

2. PKK bi xwe rojekê xwe dostê welatên cîhana azad nedîtiye, ne ji hêla îdolojî ve û ne ji hêla berjewendiyan.

3. Mixabin hîn PKK di lîsta terorê de ye û gavên tavêje, nebes in, ku jê were avêtin. PKK di van mercên îroyîn de, dikarîbû siyaseteke din bi rê ve bibra, ko bûbane bingeh bo derxistina wan ji lîstê.

4. Daxuyaniyên serkêşên wan ( Bayik, di hevpeyvîna bii FAZ re), ku digel xîtaba hevdemî nagunce.

Sedema lihawarhatina Kurdistanê, ko kêm Ol hatin qirkirin (êzdî û xirstiya) û deverên pîroz yên olên xiristiyan, Kakaî, Sabî,e hatin roxandin, bi sedê hezaran koçber bûn
Ji bilî wê jî. Herêma Kurdistan statuya wê ya siyasî wek herêmek di hundurê sîstemeke fedralî de heye, wate mafê vê herêmê ye nûnerên wê li her welatî hebin û nimûne gelek in..welatên yekîtiya elmaniya nûnertiya wan li yekîtiya Europa heye û berovajî, wate avakirina lobî.. ji bîra gelekan diçe, ku li Kurdistanê leşkerekî Emerîkî di 9 salan de nehate kuştin. Pêwendiyên Kurdistan  yên bi  hêz bi Vatîkanê re. serayî van jî, pêkvejiyana netewe û olan li Kurdistanê, ko cihê xweşaliya gelek welatên cihê qerarê ye û ji wan Vatîkan.

Li vir hêjayî gotinê ye, ku têkiliyên zanîngehên Kurdistanê di gel zanîngehên cîhanê, ko bû sedema balkêşana saziyên zanistê û bi taybetî sosiyologan, ta giha wê radeyê, Prof. Dr. Phil. Hartmut Griese, 6 mehan semînarên xwe, li sala 2009an, di bin navê ” Pêkvejiyana li Kurdistanê, dikare bibe nimûne bo Elmaniya û Cîhanê”. Wate Kurdistan di warê zanistî de jî, lobiyek avakir.

Seredana şandeyên siyasî an jî ragehandinê û belavkirina raportan li ser Kurdistanê, bi kem û kuriyan ve jî û li vegerê, endamên şandan bûn baliyozên kurdan li wan welatan û ew bû sedema ko aborîvan berê xwe bidin Kurdistanê û alîkar bin, ko yasaya Investasiyonê modern li Kurdistan ji hêla Perlemanê ve bête teqezkirin.

Siyaseta hêminane û kêşemijtinê, dostên herêmê pir kirin.

Ev nayê wê wateyê, ku kêmasî nebûn.. Belê kêmasî zor bûn, mîna xalûxwarzêtiyê, neserbixwebûna dadgehê bi temamî, gendelî û…. Ev rûdaan û kareseta ku bûyî, xalên zeîfiyê bêhtir diyarkirin.. Birîn kûr e, derb giran e û bi hêviya kesek li ser van êşan pêkolê neke, bend û bendîtiyê bike… Yê mezin dikevin, yê biçûk radibin, yê rast tûşî alozî û zehmetiyan dibe, lê dê her serketin di dawî de para wî bî.

Tengezar Marînî

Back to top button