Rastiya desteya diyalogê ya kurd
Li Bakurê Kurdistanê bi navê Desteya Diyalogê ya Kurd daxuyaniyek ji bo Raya giştî hate ragihandin. Ev nûçe di Rojevakurd de hate weşandin.
https://rojevakurd.com/politik/16642-Bakur-hewldana-hevkariyek.html
Ji bo zelelbûna armanc û naveroka Desteya Diyalogê ya Kurd me hinek pirs ji hinek aliyên siyasî û herweha hinek kesayetên ku vê pirsivê girêdayî daxuyanî derêxistin kir. Pirsa Rojevakurd kirî û bersiva vê pêrsê ji xwendevanên xwe radigihînin.
PDK-T: Desteya diyalogê ya kurd, li Ala Kurdistanê xwedî derneket û ne parast.
Pirs:Birêz M.Emin kardas, bi navê Desteya Diyalogê ya Kurd hevkariyek di nava hinek aliyên siyasî de hate pêkanin. Di destpêkê de navê partiya we jî di vê hevkariyê de derbas dibû. Heta hun di civînê de jî amade bûn lê dawiyê navê we di bin peyama vê
hevkariyê de nehat xuyakirin.
Di vê derbarê de hun çi dibêjin? Ji bo Raya Giştî daxuyaniya we çûye?
M.Emin Kardaş: Rojî 06.08.2014 li ser bang û teksta armanca civînê ji min re serokê giştî yê Özgûrlûk ve Sosyalîzm partîsî (ÖSP) berêz Sînan Çîftyûrek hinard. Li ser vê bangê PDK-T beşdarî civînê bû.
Em partiya demokrata Kurdistanê- Tirkiya(PDK-T) beşdarî vê civînê bûn. Sedemê beşdarbûna me ya vê civînê hinek tehditên ko ji partiya me re hatibûn da em deşifre bikin, lêpirsînê bikin û bersiv û sedemên van tehdîtan fêr bibin. Sedemek din jî ger hemî rêxistin xwe ji bin wesayetê derbixin û li nerxên netewa Kurd xwedî derkevin, ji kurdan re mafê dewletbûyînê qabûl bikin, pesend bikin.
Me hêvîyeke wilo nedikir, lê dîsa me xwest azmûn bikin. Roja 06.08.2014 li Lîluz otelê ji bilî Hakpar 12 rêxistin beşdarbûn li ser navê PDK-T ez axivîm min got :We hemî yan gelek tiştên xweş anîn ziman partiya herî mezin ji dewleta Tirka re demokrasiye dixwazê lê di nav miletê Kurd de wesayete pêk tînê , ji dewletê re aşîtî dixwazê lê ji Kurdan re tehdit û şiddete bi kar tînê.
Ger ko em li vir Peyman û biryara bidin sibe ji were bejin ev biryar na bê, hûn dê van peymanan re xwedî dernekevin,ji bona vê me bi hevûdû behwerî nîne. Hûn dewlete netewî û netewa kurd qabûl nakin ,hûn demokratik Cumhuriyetê dixwazin, wê deme ti watêya wê tineye ko hûn qala qongera neteweyî û qala yekîtiya netewî bikin.
Nameyên tehditan, nivîsa Delîl Karakoçan xwend. Hemûyan gotin “ev nayên qabûlkirin ev xetere. Perlemenê DBP’ê “ez dê lê pirsin bikim”.
Civatê Roja din (07 .08 .2014) Em dê çapameniyê Ii hola Sûmer Parkê de li dar bixin, me PDK-T Ala Kurdıstanê ji bo medya bibine, bixê nûçe û ji dinyayê re servîs bibê, li salonê daleqand hêj em berdengî ko çapemenî werê, gotin “ev cîh ne valaye em biçin loqala rojnemevanan” Lê em têgihiştin ko li ser Alê opersyonek hat çêkirin da al ji wir rabê.
Mecburî al ji wir rabû em ber bi cihê nûh ve dimeşin gotin “DTK-DBP naxwazê al bête hildan” Em bi hevserokê DTK’re axivîn, bo çî hûn naxwazin ala Kurdistan werê hildan got “nabê ev al bête hildan” me ji wî re got ev al a hemû kurda ye û li hemû dinyayê weke ala Kurdistanê hatiya pejirandin. Ev ala weye jî û ya me hemî Kurdaye got “ala me a konfederalîzmê ye ger tû vê alê hildê em jî dê ala qonfederalîzmê hildin.
“ min nexwest herdû li gel hev werin hildan ew roj wilo derbas bû lê hinek ji hevalên rêxistinên din gotin “ Di 25 08. 2014 de civina çêbibê de em dê liser mesela alê bisekinin”
Roja 25.08. 2014 disa li Lîlûz otel civîn ji 12 rêxistina dest pêkir.Min careke din mesela ala Kurdistanê anî rojevê DBP-DTK pêşber derketin gotin”ev helwesteke îdeolojîke, armanc pê eve, ko yekîtiya netewî çênebê, ev al sembola netewe Kurd nîne eger sembola Kurd bûya gereke hemî kurda pejirandibûne divê ko sembola Kurdistanê di kongere netewî de bête pejirandin, yana dû al hene yek jê ala konfederalîzmê ye” min got ez ala Kurdistanê bi ala ke din re naxim nîqaşê. Lê mixabin ji wan 11 rêxistinên ko xwe kurdperwer û netewî dibênin û di medyayê de bang dikin, di nîvisînin, doza serxwebûne dikin lê qat ala Kurdistanê ne parastin û lê xwedî derneketin.
Piştgiriya min nekirin. Pirsa bersivên nameyên tehdîdan jî qat nekirin. Li ser van rûdana û pêkhatiyan PDK-T civîn terk kir û dê hew beşdarî van civînan bibê. Paşî ko me civîn terk kir wana “Destaya Diyaloxa Kurd”(!) çêkirin di kare xwe de bila serkeftî bin.
Heyf û mixabin ko ev 11 rêxistinan xwe di doza Kurd û Kurdistanê de siyasetmedar didine nişandan dê welatekî azad bikin lê nikiaribûn di pêşberî DBP-DTK’de nerxên netewa Kurdistanê û Ala Kurdistanê bi parêzin.
Sedema PDK-T ji civînê xwe kişand ev bû. Ev bûyar û rûdan, siparteyên wijdana raya giştî, a miletê Kurd be! 28.08.2014
Serokê Giştî
ê Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya (PDK-T)
Mehmet Emîn KARDAŞ
Jêrî not: Min pêdivî bi vê nivîsê ne didît. Lê gelek Peyam ji min re hatin ko sedemên PDK-T’ê civîn terikand çibûn. Ez mecbûr bûm agahdariyê bidim.
HAK-PAR: Hayê me ji civîneke han tune
PIRS: Ji Raya Gişti re daxuyaniyek bi navê Desteya Diyalogê ya Kurd hate belav kirin.Ew cureyek hevkariyê ye di navbera hinek aliyên siyasî li Kurdistana Bakur e. Lê Navê Partiya we di nav partiyên ku ev daxuyanî imzekirî de tuneye.
1.Gelo ji bo vê yekitiyê bang ji bo HAK-PARê hate kirin?
2.Eger bangî we kiribin ji bo çi we di nav de cih negirt? Na eger bangî we nekiribin sedemê çîye?
3.Li gora we armanca vê hevkariyê çîye?
HAK-PAR: Birêzan, Hayê me ji civîneke han tune. Ji beyanê jî em teze agadar bûn.
Bi sillavan…
Nuri Çelik:PKK dest û pişt daye dagirkerên Kurdistanê û şerê PDK ê û mala Berzaniya dike.
Pirs: Li bakurê Kurdistanê bi navê Desteya Diyalogê ya Kurd hevkariyek hate avakirin. Hewldan jî di nava vê hevkariyê de cih girtiye. Wek kesek di rêveberiya Hewldanê de we daxuyaniyek belav kir ji bo Hewldanê di vê hevkariyê de cih girt we bi daxuyaniyekî xwe ji rêveberiya Hewldanê da aliyekî.
Sedemê vê helwesta we çîye? Ji bo çi hun dijê wêne ku Hewldan di nava vê
hevkariyê de cih bigre.?
Nuri Çelik: Bi navê Kurdistan…..
Birayên delal; ez di despêkê de spasiya Rojevakurd dikim go ev firsenda da min ku ez daxwuyaniya xweyî bi zimanê Tirkê bi zimanê Kurdî jî ron bikim.
Li gor bîr û baveriya me yên ku Hewldana Partiya Kurdistanî damezrandin; li Bakurê Kurdistanê hewceyî bi avakirina partiyeke dervayê mevcuda partiyên heyî partiyekê li ser hêcayiyên Kurdistanî, bi esasê huquqa kesayetî, di warê aborî û siyasîde serbixwe, beîcazet, ne dijminê ti partî yan tevgerê; lê bi ti avayî jî bi partî û rêxistinên li dij hêjayiyên Kurd û Kurdistanê tevdigerin re alîkarî, hevkarî û yek^tiya nekin, hat avakirin.
Îcar gava em bi vê rastiya xwe tev bigerin, divê em bibinin ku; PKK û rêxistinê bi ser wê ve di kîjan xalê de em karin pê re hevkarî an Desteya avabikin li ortê ye.
Ez ê çend nimûneya bidim pirsa we.
PKK li Bakur û Rojevayê Kurdistanê bi şeklekî vekiri her dezgehek go nav an jî bêhna Kurdî jê dihat ji ortê rakir.
PKK li Rojevayê Kurdistanê ne tene nahêle partiyên Kurd siyasete bikin, her wiha wan dixe zindana, îşkence li wan dike û wan dikûje.
PKK 300 000 Kurd ji Rojevayê Kurdistanê di welatên wan de mecbûrî mahaciriyê kir.
PKK ji roja çêbû û heta roja kûştina Osman Balîş û keça wîyî 3 salî kûştina Kurdê mixalîfê xwe dike.
PKK kampanya imzeya vekiriyeû ji alema Avrupî daxwaza go çek a nede Kurdistanê.
PKK ji bo têkbirina deskeftiyên Kurdistana azad doza dagir kirina Şengala mazlum dike.
PKK îlana şerê meşa ji bo Kurdistana serbixwe daye.
PKK dest û pişt daye dagirkerên Kurdistanê û şerê PDK ê û mala Berzaniya dike.
Mirov kare van mînaka direj bike, lê ji bo go Hewldana Partiyek Kurdistanî nebe şirîk û pişgirê vê sosretê be ev nîmûne pes û zedene jî. Ez ji sebebên pirensîpên go em bi hev re girêdabûn tev geriyam bi wê daxuyaniyê. An na min ti qehremanî nekiriye; bi berpirsiyarî tev geriyam. Bi vê minasebedê ez ji wir çarek din bang li temamê rêxistinê go xwe din av refên daxwazkarên avakirina dewleta Kurd de dibinin rojek berî rojekê xwe ji vê tifaqa bi PKK û şaxê we re xelas bikin.
Bi navê Kurdistan
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî peşmergeyên can fida.
Nûrî Çelîk
—