Polîtîk

Pêşmergeyan DAÎŞ şkinand

Piştî çekên pêşkevtî gihan destê pêşmergeyên Kurdistanê ji rewşa xweparastinê ketin di rewşa êrîşkirinê de.

Roj bi roj pêşmerge pêşve diçe û çekdarên DAÎŞ herêmê vale dikin û dişkin. Bi zelalî pêşmergeyên Kurdistanê DAÎŞ têkbirin û şkênandin.

Her roj hinek dever ji DAÎŞ tê pakij kirin. DAÎŞ piştî we bombeyan diçikînin û TNT wek kemîn li dijê pêşmergeyan datînin. Lê endezyarên pêşmergeyan ji berî pêşmerge van deveran ji kemînin DAÎŞ pakij dike.

Niha jî Pêşmerge gelek nêzîk devera Zumar bûye. Her gavê dikare ji bo rizgarkirina nehiyeya Zumerê êrîş bike.

Li ser rewşa dawî ya Zumarê çavkaniyekî ji BasNewsre dibêje:‘’Hêzên Pêşmerge gelekî nêzîkî nehya Zummar bûne û pêgehên DAİŞ’ê di bin kontrola doçkeyan de ne, niha çekdarên wê hatine dorpêçkirin û tenê rêyek bo wan maye ku ber bi bajarê Mûsilê birevin.

herweha piştç êrîşên peşmergeyan hêzên DAÎş yên belav bûyin hêdî nikarin werin serhev jî.

Back to top button