Civak

Hikumeta nû ya Tirkiye eşkere kir

Serokwezîrê nû yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, îro çû qesra Çankaya û lîsteya hukumeta nû pêşkêşî Tayib Erdogan kir.Pitre davutoglu kabîneya nû ya hukumeta Tirkiye eşkere kir. 

Kabina di dema Erdogan de piranî hatiye parastin. 4 wezîrên nû ketine nav kabîneyê de cihê hinek wezîran jî hatiye guhertin.

 

Wezîrên Nû yên kabineyê evin:

Yalçin Akdogan: cîgirê serokwezîr(Yalçin Akdogan kesek ji wana ku endezyarê pêvajoya aşitiyê ye û yek ji wan akilmend û rawêjkarê herî nêsîkî Erdogan bû.Dixweyê wê Akdogan dewsa Beşîr atalay bigre û bibe korardînatorê pêvajoye)

Numan Kurtulmuş: Cîgirêserokwezîr

Volkan Bozkir: Wezîrê Yekitiya Ewropa

Nureddin Canikli: Wezîrê bazirganî û gumrikê

Mevlut Çavuşoglu: Wezîrê derve

Wek din wezîrê berê di dema Erdogan de cihê xwe parastin.

Back to top button