CHP bi ku ve dibeze ?
Hemû alî û teref li gor derfetên xwe divê piralî bin. Heta bi kesayetan jî divê tev li vê pêvajoyê bên kirin. Ev helwest hem wê xizmetê ji pirsgirêka demokrasîyê re bike, hem jî wê pirsgirêka paşdedayîna mafên dagîrkirî çareser bike.
Nurî ÇELÎK
CHP a ku di derbarê mijara Kurd de heta îro kerr û lal û kor bû, vê dawîyê dest ji temara mirinê hişyar bû û behsa mijara Kurdan kir. CHP, bi vê helwesta xwe û li gor nasnameya xwe ya sosyal demokrat wêrekîyek da partîyên mixalif û dîwarê tirsê hilweşand. Belkî jî di dîroka xwe de, di derbarê demokrasîyê de ewqasî bi wêrekî helwestek nîşan nedabû.
CHP, di navbera 4-6ê Îlonê de bi heyetek bilind serdana Serokatîya Dewleta Federal a Kurdistanê kir. Di van hevdîtinan de mijara Kurd hatiye rojevê û ji bo berdewamîya hevdîtinan hatiye lihevkirin. Pêvajo bi awayekî erênî didome. Ji bo hevdîtinên gelemperî jî Meclîsa Tirkiyê hatiye destnîşankirin. Ev pêşketinek pir û pir girîng e.
Niha dor hatiye (CHP, HDP, Serokatîya Dewleta Federala Kurdistanê) temamê partîyên ku nûnerên wan di meclîsê de hene tev li pêvajoyê bikin. Piştre jî Tirk û Kurdên ku bi erênî li pêvajoyê dinerin tev li pêvajo û hevdîtinan bikin.
Di nav vê hevkomê de PKK divê hebe. Lê, bi fikir û armanca “hevdîtinên Îmralîyê, helkefta Osman Ocalan, TV Kurdî û dezgehên ku bi şaîbe û tenê xizmetê ji deverekê re dikin“ beşdar nebe.
Hûn dixwazin em mijarê piçekî vekin.
Rêvebirê gundî û çepgirê herî sosyal demokrat “Karaoglan“ bi xwe jî di hemû jiyana xwe de gotina Kurd bi kar neanî. Ji ber vê, wê demê min gotibû ku partîya nîjadperest a Norwêçê (Fremskrittspartier) jî ji Bulenc Ecevît çeptir e. Heger CHP ji wê xalê hatibe asta îro ji bo min pêşketinek erênî û girîng e. Şikandina zincîrên ku li ber demokrasîyê asteng in, hilweşandina dîwarê tirsê, di mijara Kurd û Kurdan de xwedî însîyatîfbûn û namzetîya CHP ji bo demokrasîya herêmê pir girîng e. Başdîtina vê pêvajoyê û dûrketina ji axavtinên tûj ji bo hemû partîyên mixalif girîng e, destpêkirina hevxebat û pêvajoyek nû ji bo demokrasîya herêmê hêja ye.
Bêguman wê demokrasî wê avahîyek ziwa pêk neyne. Vajayî wê, wê bi xwe re geşkirinek aborî, çandî, hunerî û siyasî jî bi xwe re bîne. Ez hêvîdarim tevgera sosyo-ekonomîk ku di nav hev de ye, pêvajoyek ji şer û pevçûnan dûr, bêyî piçûkxistin û cudakirina ku herkes karibe bi nasnameya xwe tev li pêvajoya yekîtîyê bibe, bide destpêkirin.
Hûn dixwazin em wilo dest pê bikin. Birêz Erdogan û Bahçelî rast dibêjin. “Pirsgirêka Kurd tuneye“. Û pê vedikin: “ Bi brayên me yên Kurd re pirsgirêkên piçûk hene. Bi destûra xwedê (herdem xwedê tev lê dikin û dikin şirîkê kirêtîyên xwe) emê wan pirsgirêkan di demek kurt de çareser bikin“.
Ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin.
Belê, pirsgirêka Kurd û Kurdan tuneye. Ango, yên ku pirsgirêkan diafirînin ne Kurd in. Lê tiştekî din heye! Di pêvajoya dîroka herî nêzîk a Kurdan de ji alî Tirk, Ereb û Eceman ve pirsgirêka dagîrkirina mafê netewî heye. Ev dewletên ku ez behsa wan dikim, ji ber nikarin dev ji dagîrkirina mafê netewa Kurd bikin, pirsgirêka dagîrkirinê heye û navê “pirsgirêka Kurd“ li vê yekê dikin. Bi vî haweyî alozîya herî mezin dikin. Ev jî ne bes e, weke ku Kurd pirsgirêkan derdixin dikevin rewşa “hem zordar û hem sûcdar“ û nakokî, wêranî û şer berdewam dikin.
Tiştê ku xwe pê şa dikin û qinyata xwe pê anîne ev e: Wan tu sûcên dîrokî nekirine; xak û welat dagîr nekirine, zixt û zilm nekirine, lê Kurdên bêaqil serî hildane, bûne terorîst! Gava Kurd ji nedîtî serî hildidin û dibin terorîst, mafê Tirkan ê zixt û zilmê, bombebarankirin û şer afirîye! Ji derveyî wan, heta îro li dinyayê kesî bawerî û yeqînî bi vê hişmendîyê neanîye, kesî ew ciddî negirtiye. Pirsgirêka ku navê Kurd lê dikin lê esasen pirsgirêka dagîrkirinê ye heta îro berdewam kiriye. Insan şerm û fedî dike lo! Ji Bulent Ecevît ê herî çep û sosyal demokrat bigrin heta bi îro, hûnê ji zimanekî ku li Tirkiyê 25 milyon û li her çar parçeyên Kurdistanê 50 milyon Kurd pê daxivin re bêjin “zimanekî nenas“ û di belgeyên dadgeh û meclîsê de înkara zimanê Kurdî bikin. Piştre jî hûnê bêjin Kurd tevlihevîyan û bêaramîyê çêdikin û dibin terorîst.
Heke Kurd ji Tirkan re bêjin “pirsa Tirk tuneye“ û ji Tirkî re jî bêjin “zimanekî nenas“, wê Tirkên welatparêz çi bêjin gelo! Yan wê wek berxikan li malê rûnên û bi darê zorê Kurdî hîn bibin? Yan jî!?
Ez behsa siyasîyên ku ev rewş ji xwe re kirine bingeh nakim, behsa siyaset û rantên wan yên aborî nakim. Zarok jî vê rewşê dizanin. Tê zanîn ku ev kes ji ranta narkotîk, çek, derman û qaçaxçîtîya mirovan xwe nadin alî.
Ji ber vê yekê em vê helwesta CHP pir girîng dinirxînin, hêja dibînin.
Bi kurtayî; em dibêjin heke em rûnên, bi azadî, yasayî, demokratîk û di şertên wekhevî de bûn û nebûnan li ber çavê civakê biaxivin wê gelek pirsgirêk çareser bibin. Çareser nebin jî bi kêmanî wê fikir û helwesta herkesî derkeve holê.
Xala derketina rê divê ev be. Dewlet divê berpirsiyarî û însîyatîfê bigre, wekhev, adil, azadîxwaz, rêzdarê mafê mirovan û bi helwestek ne dijminane dest bi pêvajoya aştîyê bike. CHP bi vê erk û helwesta xwe divê bibe hêvîya pêşerojê.
Hemû alî û teref li gor derfetên xwe divê piralî bin. Heta bi kesayetan jî divê tev li vê pêvajoyê bên kirin. Ev helwest hem wê xizmetê ji pirsgirêka demokrasîyê re bike, hem jî wê pirsgirêka paşdedayîna mafên dagîrkirî çareser bike.
Yanî, CHP, ÎP; HDP, Dewleta Federal a Başûrê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Kurd û Tirk ( komel, sendîqe, weqif, partîyên siyasî yên ku neketina meclîsê) bi demê re divê daxilî nav pêvajoyê bên kirin.
Divê cihê vê yekê jî Meclîsa Tirkiyê be. Ji wir divê dest pê kirin û li tevahîya welêt belav bibe.
Mijara yekem a ku bê fêhmkirin têgihiştina wateya demokrasîyê û lihevkirina vê babetê ye.