Li Mêrdînê çalakiyek ji bo şanoya Kurdî hate li darxistin, lê polîsa rewşa PANDAMî yê wek sedem dan nîşandan û rê nedan ku çalakî pêkwerê. Çalakiya Şanoya Kurdî ji aliyê weşanxaneya Awesta ve hatibû li darxistin.
Di derbarê vê bûyerê de berpirsê Weşanxana Awesta Abdullah Keskin dibêje: Li Mêrdînê şanoger Mirza Metin li ser rewşa şanoya kurdî civînek pêkanî. Polîs hatin cihê civînê û pirsîn ku, li vê derê çi çêdibe? Hevalên me gotin polîsan ku, li vê derê ji bo şanoya kurdî civînek edebî tê li darxistin. Polisan hinek wene girtin û dan xûyakirin ku, ji bo heyîna Pandamiyê ew rê nadin civînek bi vî awayî.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Keskin got ku, ji berî çen sala li vî bajarî kuran a bi Kurdî dihat xwendin û mewlid bi Kurdî dihat xwendin ,lê niha rê nadin civinek bi zimanê kurdî bê çêkirin. Emê civînên xwe bi vî cureyî berdewam bikin.