Serok Barzanî di peyama xwe da dibêje: Pêwîste ev serkeftina Partî (PDK) bibe sedema wê yekê ku berpirs, kadiro û endamên Partî zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirxa Barzanî li bîra wan we be: “Bi serkeftinê mexrûr nebin û bi şikestinê jî bêhêvî nebin”.

Bi helkeftna serkeftina prosesa hilbjartna perlementoya Îraqê û serkeftna Partiya Demokrata Kurdistanê, serok Mesûd Barzanê di peyamekê da pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, endam û alîgirên PDKê dike.

Serok Barzanî dibêje ku serkeftina PDKê bi wateya serkeftina prensîp, buha û bingehên xebata gelê kurd li ser hatiye awvakirin.

Peyama serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê di van hilbijartinan da, ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li kadiro,  endam û alîgirên Partî (PDK) dikim ku karîn di kêbirkêyeke medenî û aram da serkeftineke mezin ji bo Partî û rêbaza wê mîsoger bikin û ruhê şehîdan bextewer bikin.

 Serkeftina Partî di van hilbijartinan da bi wateya serkeftina prensîb û buha û wan bingehane ku xebata gelê Kurdistanê li ser rawestaye û peyameke ji bo hemû aliyekî ku gelê Kurdistanê di tu rewşekê da destberdarê dîrok û buhayên wê nabê.

 Pêwîste ev serkeftina Partî (PDk) bibe sedema wê yekê ku berpirs, kadiro û endamên Partî zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirxa Barzanî li bîra wan we be: “Bi serkeftinê mexrûr nebin û bi şikestinê jî bêhêvî nebin”.

Her bi vê helkeftê, ez spasîya Komîsyona Bilinda Hilbijartinê û dezgehên emnî û hemû aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistan û Îraqa Federal dikim ku bi şev û roj karkirin û keda wan hebûye ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û destxweşiyê li wan dikim. Her wiha rola birêz Serokwezîr Mistefa Kazimî di encamdana hilbijartinan da bilind dinirxînîn.

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokrasiyê ye. Her ji bo vê yekê jî hêvîdarim piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hevdû bin. Hêvîdarim hemû alî bi pêkve û ji bo yek armanca hevbeş û ji bona berjewendiyên bilindên Kurdistanê û bergirîkirina ji maf û destkeftên gelê Kurdistanê kar bikin û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal binyat bînin.

Careke din spas ji bo gelê Kurdistanê û spasiyek taybetî jî ji bo xûşk û birayên xweragir û xwedî bîr û bawer li Kerkûka dilê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
11.10.2021

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: