Nivîsar

Hilbijartinên Îraqê dê baskê Îranê qirînin

Serokê leşkerê Qudisê îranî Îsmaîl Qaanî, pişitî derkeftina encamên destpêkê yên helbijartinan ji bo perlementoya Îraqê û pişitî hatye diyar kirin ku Bereyê Fetih yê ser bi Îranê û Heşda şe’bî ve encamên baş bidestve neanîne, fermandarê sopayö Qusid îranê şivêdî nîv şev serkul û pêxas geheşite Bexdayê û her zû çend kombûn digel aiyên hevalbendên Îranê kirin.

 Helbet Îran razî nabe hema husa bi sanahî Îraq ji bin kontirola wê biderkeve. Derkeftina Îraqê ji bin bandora melayên Îranê rjêma Îranê ber bi helweşiyan û keftinê ve dibe. Desthelatdarên Îranê vê êkê baş dizanin lewa wê ji bona helbijartin li Îraqê nehêne encamdan hemû bizav kirin, lê rijdiya Amerîka û baskê dijî Îranê li Îraqê şiyan hemû bizavên Îranê yên ji bo encamnedana hilbjartinan jinav binin.

Herçende heta vê gavê encamên dawyê yên helbijartinan nederkeftine lê mirov dikariye sîmayê Hikumeta bihêt ya Îraqê bizane ku dê Hikumeteka entî Îran be û ber bi cîhana erebî û rojavayê ve bice, çuniku berî helbijartinan bi qanûnekê rê li pökanîna hevpeymaniyên pişitî helbijartinan û herwesa derkeftin ji baskekî (kutlekê) û çûna nav baskekê dî hatiye girtin, anku baskê Îranê nikare êdî şîeyan li bin êk sîhwane kom bike, lewa pêşbînî dihête kirin ku baskê mezin dê ji bona pêkanîna hikumetê li hevpeymanan bigerhe, li vêre ji bo pêkanîna her hikumetekê ku ya bi serkeftî be divêt baskê sûne û kurdan razî bike, eger ne, neşêt piraniyê di perlementoyê da misoger bike.

Ya diyare ku sune û kurd gelek ji siyaseta Îranê nerazîne, bi taybetî kurd çuniku bi awayekî vekrî hikmeta Îranê û Heşda şe’bî gefan li herêma Kurdistanê dike û eve bûye demsalek bi berdewamî sinûrên herêmî dibezîne û bi Diruna Hewlêrê bi armanc digirin.

Çav hemî li dergehê komsiyona helbijartinan in kanê dê kengî encamên helbijartinan bi fermî ragehînin û navê aliyê  praniya kursiyan bidest xistî diyar kin, lewa Îranê bi lez û bez Fermandarê Sopayê Qudis hinarte Îraqê da her çi nebe rê li wê hikumetê bigire ya ku bibe egerê ku Îraq ji bin kontirola wê biderêxît. Ji bilî hinartina Qaanî bo Îraqê berdefkê wezareta derve ya Îranê got: “Îraq ya li ser rêka rast birêve diçe lê divê baregayên hêzên opozsiyonê li ser sinûran nemînin, eger ne dê keyine armanc û nahêlîn ji Îraqê gef bo hikumeta Îranê bihên û aramiya me têk bidin.”

Belê encamên hilbijartinan tirs û leriz êxistiye dilê melayên Îranê lew hîstiryayê girtine û heta ji Îraqeka guhdara Îranê pişt rast nebe Îran destberdayî nasekine.

Hilbijartinên Îraqê destpêkeke ku Îraq xwe ji gêjevanika şerê tayfî û nakokiyên herêmî dûr rabigire çuniku ji bilî gendelî û ji karkeftina hemû sketorên jiyara îraqiyan pêvegrêdayi weku damezirandin, kêmbûna bihayê dînara îraqî, abûrê pişbestî bi bazarê petirolê ve, saxlemî û kertê perwerdê Îraq bûye mêrga xwejêksafîkirina zilhêzên cîhanî û herêmî.

 Eger baskê dijî Îranê bihêz encamên helbijartinan bidestve înan, Îran dê tev kartên fişara xwe dixe karî û bo vê çendê jî Heşid ya têzekrîye lewa bi dûr nabînim ku dê gereka din ya şerê tayfî yê şî’e-şî’e û sûnî destpêket ji daykbûna hikumeteka nû dê gelek ya bi zehmet be çuniku hatina Fermandarê Sopayê Qudis û axftina berdefkê wezareta derve ya Îranê vê namê digehînin.

Bi zehmete baskê dijî Îranê ku baskê Sedrî serkirdatiya wê dike di şert û mercekê husa da bikare hikumetê digel kurdan û sûna pêk bîne lewa bi dîtina min Amirîka pişitî baskê sedrî li nav xweya şî’eya bê rumet bike li vêre merem ewe çuniku Sedir yê bê helwîste û wek gulberojê zû zû rûyê xwe dguhere. Eve jî dê wî pitir bê rumet ke di nav cadeya alîgirên malbata Sedrî da û zêdebarî baskê dinê dijî Îranê, hîngê Amirîka bi rêka suna û kurdan dê dûbare Kazimî vegerîne ser textê serokatiya  hikumetê, her ji ber vê egerê bûye ku Kazimî xwe nehelbijartî.

Ev helbijatine tenê bo hindê bûye ku baskên Îranê li Îraqê bihêne qirandin û ji biriyardanê dûr bixin.

Ji encamên hilbijartinan tenê Îran û baskê Îranê li Îraqê dê ziyan geheytê û êdî Îraq namîne di bin kontrola Îranê da. lê eve hemû pişitî gereka din ya şerê tayfî şî’e-şî’e dê hête şkevê.

Mihemed Çelkî

2021.10.11

Duhok

Back to top button