Şoka hilbijartinê ne tenê vemirandina mûmê û pêxistina gulopê ye

Derencamên Parêzgeha Silêmaniyê wek cihê nifûz û meydana siyasî û pêgeha hukmdariya YNKê, çi bi wê yekê ku li hemî bazneyan berbijêrên Nifşê Nû pir dane pêşiya yên YNKê, herwisa birina sê kursiyên PDKê li Parêzgeha Silêmaniyê, ku YNKê xeyala xwe li ser wê yekê ava kiribû ku PDKê li devera kesk mehv û tune bike. Ji YNKê re ne tenê ne çaverêkirî bûn, tew şokeke herî mezin bûn jî.

Arif Qurbanî

Her çiqas hêj encamên dawî ji aliyê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan nehatine ragihandin, lê li gor encamên destpêkê yên nefermî nexşeya hilbijartinê derketiye. Rêjeya beşdarbûna dengderan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav kêm bû. Vê yekê jî encam û nexşeya hilbijartinê, bi awayekî guhert ku ji gelek aliyan re encaman şok bi xwe re anî û gelek alî behitandin.

Tevî sarî û seqema hilbijartinê û bilindbûna rêjeya boykotê, lê wisa dixuye ku ev sîstema nû ku cara ewil e hilbijartin pê tên birêvebirin di pêşîgirtina li sextekariyê de serkeftî be. Ger ev were piştrastkirin ku şiyana tezwîrkirinê nehîştiye hêviyê li ba xelkê çêdike ku di gerên bê de bi bawerî beşdarî hilbijartinê bibin û dê Iraqê bibe qonaxeke nû.

Herwisa dê bibe destpêkeke giring bo guherîna hevkêşeyên siyasî û pêgeha hizb û kesayetan. Çimkî bi rastî hilbijartinên berê bi sedema sextekariyên ku dihatin kirin ti baweriyek ji hilbijartin û pêvajoya siyasî li Iraqê nehîştibû, neçûna xelkê jî ji bo beşdariya di proseyê de ew peyam bû.

Tişta ku li vir ji Kurdan re giring e, zêdebarî wê rewşa ferzkirî ya awarte û derxwezayî li ser deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, lê rêjeya kursiyên Kurdan ji gerên berê pir zêdetir bû. Ji Kurdan re ev xaleke giring e û dê bandoreke mezin li ser nexşeya îdarî û birêvebirina wan navçeyan bike, lê nabe bibe sedem ku Kurd wiha bawer bikin ku rewşa Kurdan baş e lewra rêjeya kursiyên wan zêdetir bûn, lê belê beşek jê ji ber beşdarnebûna xelkê di dengdanê de bû, kêmbûna rêjeya beşdariya welatiyan nexşeya encaman li qezenca Kurdan li wan deveran guhert.

Tişta ku çêdibe li Herêma Kurdistanê jî wek şoka hilbijartinê were wênekirin ne tenê vemirandina mûmê û vêxistina gulopa Nifşê Nû ye. Lê belê ji YNK, PDK, Komel û Yekgirtûyê re jî amaje û nîşanên giring li xwe digire. Tevgera Goran tevî ku bi YNKê re li hev kir û Hevpeymaniya Kurdistanê bi hev re ava kirin, ne tenê yek kursî jî bidest nexist, tew berbijêrên wê di rêzbendiya rikeberan de di binê binî de ne, ango herî li jêr û xwarê ne. Dengên wê (Goran) bi rêjeyekê kêm bûne ku divê vê bizavê rûbirûyî vê pirsa giran û bijan bike: Gelo gera heyatê ya Goranê kuta bû? Yan hêj hewcedariya civaka Kurdî bi hebûna tevgereke bi vî awayî heye?

Şoka mezin ji PDK û YNKê re hilkişîna Nifşê Nû ye. Hêzek ku berê ji aliyê hêzên desthilatê ti hesabek jê re nedihat girtin û li derveyî bazneya hesabên xwe hîştibûn. Lê vêga li paytexta Kurdistanê bi rêjeyeke zêde daye pêşiya YNKê û li dû PDKê bûye hêza duyem. Li Silêmaniyê jî nêzîk bûye hevrikiyê li ser pêgeha hêza yekemîn bike. Ji bo cara ewil e jî li derveyî PDK û YNKê kariye li Kerkûkê jî kursiyekî bidest bixe, ev jî dibe destpêkek ji bo hilbijartina siberojê ya Kurdistanê û hatina pêş a Nifşê Nû bo nav hevrikiya beşdarbûn û wergirtina desthilatê.

Herwisa windakirina YNKê li Hewlêrê berevajî bendewariyên wê bû ku bi nêt bû çar kursiyan bibe, lê kursiyekî tenê anî. Ji vê jî şoktir û sersamtir ji YNKê re windakirina wê li Kerkûkê ye ku hergav xwe wek hêza bê rikeber a Kerkûkê wêne dikir û hevrikî dikir ku hemî kursiyên pişka Kurdan para YNKê bin. Di du xulên li pey hev ên borî de şeş kursiyên pişka Kurdan ên parêzgehê birin. Niha PDKê piştî ku ji 16ê Cotmehê ve li wî bajarî qaçax e, du kursî birine û Nifşê Nû jî kursiyek bir. Ev hevkêşeya Kerkûkê pir diguhere, xasma pêgeha YNKê di nexşeya bê ya parêzgehê de.

Derencamên Parêzgeha Silêmaniyê wek cihê nifûz û meydana siyasî û pêgeha hukmdariya YNKê, çi bi wê yekê ku li hemî bazneyan berbijêrên Nifşê Nû pir dane pêşiya yên YNKê, herwisa birina sê kursiyên PDKê li Parêzgeha Silêmaniyê, ku YNKê xeyala xwe li ser wê yekê ava kiribû ku PDKê li devera kesk mehv û tune bike. Ji YNKê re ne tenê ne çaverêkirî bûn, tew şokeke herî mezin bûn jî.

Ji bo Komel û Yekgirtûya Îslamî jî derencam cihê pûnijînê ne. Her çiqas ew her du hêz wek du partiyên îslamî heya radeyekê piştrast bûn ku dengderên wan çesipî ne û li ber ronahiya encamên hilbijartinên Kurdistanê qurretiya serkeftinên berê Komel bernedabû, wisa bawer dikir kêrva wê ber bi bilindbûnê diçe û qet nebe dilê xwe bi sê kursiyan xweş kiribû, lê encam berevajî derketin û Komelê kursiyekî tikûtenê bir.

Yekgirtûya Îslamî bi sedema ketinên li pey hev ku di hilbijartinên borî de tûşî wan hat, kêm kesan çaverê dikir bikare rêjeya deng û kursiyên xwe biparêze. Ji vê re jî encam berevajî bûn. Bi egereke zêde kursiyên xwe du caran zêdetir kirin. Berbijêrên wê jî li ser asta parêzgehan di rêza pêşî de ne.

Derencam ne tenê ji bo partiyan cihê pûnijînê bûn, lê herwisa ji wê komê re jî ku xwe fena berbijêrên serbixwe dabûn nasîn. Dihat gumankirin destê çend karakterên siyasî yên aliyekî Kurdistanê li pişt wan be û alîkarî dihat kirin mûcîzeyê biafirînin. Wek komeke yekalîbûyî ya serkeftî dihatin wênekirin. Propaganda ewqas sihirî bûn, tew kesên wek berbijêrê Komelê li Parêzgeha Helebçeyê Ehmedê Hacî Reşîd jî wek awayekî piştrastiya ji serkeftina wê komê, xwe ne wek nûnerê partiyeke îslamî, lê xwe wek beşek ji kesên serbixwe didît. Lê derencaman ne tenê serê kesên serbixwe, tew serê Komelê jî xwar.

Li vir tişta ku bi awayekî giştî ji bo pêvajoyê giring e ew e ku heya niha guman li ser sextekarî û derencaman tune ye. Ev tê wateya serkeftina hemî aliyan, aliyên windakirî jî tê de. Divê ji hemî hêzên beşdar re jî bibe sedema rawestan û sererastkirinê, xasma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) datîne hember berpirsiyariyê, çimkî derencam lap berevajî hêvî û pêşbîniyên YNKê bûn.

Dibe ku niha were xwestin sedemên şikestina YNKê bi pirsgirêkên navxwe yên vê dawiyê yên di hundirê YNKê de werin girêdan. Lê ketina berbijêrên Lahûr Şêx Cengî, wek Feysel Kerîmxan û Ala Talebanî, piştrast dikin ku bi hizûra wî jî rewşa YNKê baştir nedibû. Çimkî hemî şiyan û piştevaniya Lahûr Şêx Cengî û alîgirên wî li pişt Feysel û Alayê bû, lê dîsa derneketin. Ev nîşana xerabiya rewşa YNKê bi awayekî giştî ye.

Heke biryar be hemî sedem bi pirsgirêkên niha yên YNKê ve werin girêdan, em dikarin bibêjin ku sedem ne tenê ji ber hebûna hevrikiyan e, lê belê têkildarî wê gotara medyayê ye ku di medyayên YNKê bi xwe de û herwisa di malper û website-ên wê yên sîber de û ji aliyê neyarên wê dihat gotin ku hukmdariya YNKê di du salên borî de dişibandin hukmdariya mafyayê. Partiyek ku di dem û çaxa hilbijartinê de xwe wek komeke mafyayê di nav desthilatdariya Kurdistanê de pênase bike, çi lojîk tê de heye ku di hilbijartinan de bi ser bikeve jî?

Jêder:Rûdaw

Nerîna min :