Nivîsar

Çepûrast

Helîm Yûsiv

Ji destpêka salên heştêyî ve çavên min li dinyaya siyasetê vebûn. Amûdê bajarekî wiha bû ku pirr rehet bû mirov bizanibe kî çi dike, kî çi difikire û kî hevalê kê ye û hejmara lingê kîjanî çiqas e, kî lawê xaltîka kê ye û pîrka kê şîrê xav daye lawê kê û herwisa. Ji ber vê jî nexşeya siyasî ya di nav xwendekarên qonaxa sêyem, sanewî, de ku ez jî yek ji wan bûm pirr zelal bû. Ji aliyekî ve partiyên çep ên kurd ku nû bi nexweşiya perçebûnê ketibûn. Wan xwe ji komunîstên Sûriyê marksîsttir didîtin. Ji ber xwedîderneketina li mafên neteweyî û rexneyên dijwar li komûnîstan, xwe wekî baskê çep û yên din jî mîna Partiya Pêşverû, wekî yemînî an jî rastgir binavdikirin. Wisa jî rexneyên giran li rêveberiya şoreşa Îlonê û li Barzaniyê mezin digirtin û ew mîna xayîn û ajanê împeryalîstan binavdikirin. 

Ji aliyê din ve alîgirên Partiya Pêşverû, ku  xwe nêzîkî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê didîtin, evên çepgir wekî grûpên jiserxweçûyî û sextekar binavdikirin û xwe wekî xwediyên siyaseteke reyalîst û nerm pêşkêş dikirin. Di navbera herdu aliyan de jî, alîgirên Partiya Demoktara Kurdistana Iraqê xwe partiyeke bêalî, an hiyadî, pêşkêş dikirin. Ji bilî hejmareke baş ji komunîstên kurd ku hem xwe wekî mirov û nûnerên karker û hejarên cihanê binavdikirin, ew hersê aliyên ku me behsa wan kir, wekî kesin neteweperest, kevneperest, borjuwazî û kedxwar binavdikirin. Dîmenê siyasî yê Amûdê bi vî rengî bû. 

Niha dora sih sal di ser vê nexşeya ku em behsa wê kirî de derbas bûne. Eger em hinekî bi hûrbînî li berdewamiya vî dîmenî binêrin, dîmenekî hem seyr, xerîb û hem jî balkêş tê ber çavên mirov. Partiyeke çepgir bû du û ew du jî bûn sê û çar, du Azadî, du Yekîtî, sê çar Partî yên ser bi Hewlêrê ve, sê çar partiyên ku wekî rastgir dihatin binavkirin û ser bi Silêmaniyê ve. Di destpêka salên notî de Partiya Karkerên Kurdistanê ev derfeta zêrîn ya jihevketina rêxistinan û dûrbûna xelkê ji wan ji bo xwe bikaranî û alîgirên xwe pirr kirin, ku vê dawiyê di bin sîwana PYDê de bûne partiyeke sereke ji partiyên Rojava. Di van herdu salên dawiyê de û piştî serhildana xelkên Sûriyê ya ku li dijî rejîmê rû da, aliyê herî di rewşeke şerpeze de ew alî ye, yê  ku bi dehên salan xwe wekî çepgir dida pêş.  

Bi şev û roj xelkên kurd hînî pêdiviya bi girêdana bi Sovyetê û bloka sosyalîstan ve dikirin. Xortên Kurdan bi dehên salan ji temenê xwe û enerjiya xwe di nîqaşkirina cudayiya di navbera “istirşad, iltîzam û ihtîdaya“ bi marksiyetê ve qedandin. Di rêya vê girêdana bi bloka sosyalîstan re birêveberên çepgir jiyana xwe û ya hemû endamên malbata xwe li wan welatan misoger kirin. Hem dûrî pencên rejîmê dijiyan û hem jî birêveberiya dijayetiya rejîmê dikirin. Gava hat û qewimî, Sovyet hilweşiya, bloka wan jihevket, li aliyê din jî Amerîka hat herêmê û ew rêveberiya “xayîn û ajana împeryalîstan“ li Başûr bû desthilatdar, van çepgirên me yên şoreşger û marksîst malbatên xwe li Ewropaya rojava bicihkirin û di nav bîstûçar seetan de li xwe û dîroka xwe zîvirîn. Ala xwe ya sor avêtin, şal û şapik li xwe kirin û bûn xwediyên “rêbaza Barzaniyê nemir“. Ne kesekî rexne li xwe kir, ne jî kesekî xwe û ew siyaseta xwe ya sosret ku sedema windabûna keda zêdeyî nifşekî li Rojava bû, di bin çavan re derbas kir. Wisa, ne bim û ne bi te ye, kêf kêfa wan e, berê çep û çep lêdixistin, dixwarin û dimeşiyan û xwe wekî siyasetmedarên şoreşger pêşkêş dikirin, niha jî çepûrast lêdixînin, cihên xwe germ kirine, dîsa jî mîna siyasetmedarên şoreşger xwe pêşkêş dikin û dimeşin. Yê qebûl bike jî bi kêfa xwe ye, yê neke jî bera serê xwe li dîwara bixîne, yan jî li gor gotina Amûdê, bera qûna xwe li avê bixîne. (Rûdaw)

Back to top button