Polîtîk

Dr Kanbolat: Rewşenbîrên Tirk cahîl û nezan man

Li bernameyeke televizyonî de Dr Hasan Kanbolat Serokê ORSAM (Navenda Lêkolîna Stratejiya Rojhilata Navîn) di derbarê pêvajoyê û konferansa Kurd de axivî balkişand li ser rola rewşenbîrên Tirk û got: Mixabin rewşenbîrê Tirk ji tirsa hêza dewletê nekarî xwe pêş bixe û ji ber wê yekê jî nezan û cahîl ma.

Kanbolat di derbarê konferansa neteweya Kurdî de axivî û her wiha balkişand li ser rola rewşenbîrên Tirk yên li serdema komara Tirkiyê û got: Mixabin rewşenbîr û lêkolînerên Tirk ji tirsa dewleta Tirk nedikarîn lêkolînan bikin ji ber ku her dewlet li hemberî wan derdiket û wan siza dikir. Ji ber wê tirsê rewşenbîr û lêkolînerên Tirk newêriyan li ser gelek babetan bi taybetî li ser pirsa Kurd lêkolînan bikin ji ber van hokaran jî cahîl û nezan man. 

Her wiha berdewamiya axaftina xwe de got: Rewşenbîrên Kurd şerê demokrasiyê de êş kişand rastî zulm û sîtema dewletê hat û netirsiya lêkolîna xwe berdewam kir û ji ber wê yekê jî lêkolîner û rewşenbîrên Kurd bi awayeke baş gihiştin.    

 

Back to top button