Polîtîk

Goran û Îslamî kongreya neteweya Kurd boykot kirin

Bi sedema nerazîbûna li beramber wê yek kursiya ku dane Yekgirtû û Komel, rikeber û muhalefeta Başûrê Kurdistanê kongreya neteweya Kurd boykot dike û beşdariya civîna amadekariya îro jî nekir.

Li civîna amadekariya kongreya neteweya Kurd de 5 kursî dane Başûrê Kurdistanê ku 3 kursî ji bo Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) û Goran dibe û yek kursî ji bo Yekgirtî û Komel û yek kursî jî ji bo partiyên dinê Başûrê Kurdistanê hatiye terxan kirin.

Mihemmed Hekîm Peyvdarê Komela Îslamî ragihand: “Me Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê agahdarkiriye ji ber nebûna kursiya taybet bi Komela Îslamî li Kongreya Neteweya Kurd, em wekî Komel vê kombûnê boykot dikin”.

Her wiha Hekîm got: “Tenê eger Yekgirtû me bike nûnerê xwe em qebul nakîn, ji bo wê yekê her yek ji me divê nûnerê xwe yê taybet hebê li vê kongreyê da”.

Ji aliyê xwe ve Celal Cewher nûnerê Tevgera Goran jî got: Ji ber yekrêziya her sê aliyê opozîsyonê me biryar de neçîn kombûnê û boykot bikîn”.

Back to top button