Bedirxan
Cejna we ya Zimanê Kurdî pîroz be!

Îro 15.05. ku roja yekemîn hejmara derketina kovara Hawar ya (Mîr Celadet Ali Bedirxan)e li hemû Kurdistanê wekî cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Wekî tê zanîn ev çendîn sale ji aliyê hemû Kurdan ve 15 Gulanê wekî cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin û li vê rojê de gelek rêxistinên siyasî û medenî çalakiyên cûr bi cûr saz dikin. Em jî wekî Rojeva Kurd cejna milletê Kurd û Kurdistanê pîroz dikîn û hêvîdarîn li vê rojê de Kurd bi awayeke baştir bikaribin xwedî li zimanê xwe derkevin.
Dubare cejna we pîroz dikîn û xweşî û bexteweriyê ji bo we dixwazîn…