Civak

Zaniyarî li dor wergirtina xendekaran li zanîngeh û peymangehan

Fuad Elî berdevkê wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî di daxuyaniyekê de ragihand ku îsal dê wergirtina xwendevanan li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bi tenê bi rêya Zankoline be.Wekî parsal nebe ku bi her du rêyan Zankoline û bi dagirtina forman manuel be.

– Ji bo vê mebestê her ji nuha ve daxwaz ji xwendekaran hatiye kirin ku email yên tyabet ji xwe re amade bikin daku bi rêya email daxwaznameyên xwe pêşkeş bikin û bikevne nav pirosesa Zankoline de.

– Xwendekarên qonaxa 12 lîsê ku nêzîkî 116 hezar xwendekar in, ji %100 li zanîngeh û peymangehan nayên wergirtin, lê ji bo îsal bi rêya komîteyeke taybet ve ji bo wergirtina xwendekaran bernameyekî taze hatiye amade kirin, nûnerên hemû zanîngeh û peymangehan dê di wê komîtekê de cî bigirin.

Her zanînghe û peymangehek dê bi rêya nûnerê xwe bizane ka îmkanên wan yên wergirtina xwendekaran çend e û dikarin çend xwendekaran werbigirin.
 
Fuad Elî got ku îsal xwendekar dikare du caran daxwaznameya xwe pêşkeş bike ku, parsal mafê yek car bi tenê hebû.

Weke tê zanîn parsal ji 31 hezar û 880 xwendekaran, 28 hezar û 279 xwendekar li zanîngeh û peymangehên hikûmetê hatinbûn wergirtin (15 hezar û 641 li zanîngehan û 12 hezar û 638 li peymangehan) yên din jî li zanînghên taybet hatibûn wergiritn.

Back to top button