Civak

Bi amadebûna Barzanî perseya Şêz Abdullah Barzanî rêve çû

Bi amade bûna Serokê Kurdistanê b Mesûd Barzanî û Malbeta Barzan û herwiha kesûkarên xwedê jê razî Nunerê Serok Barzanî li Devera Barzan Şêx Ebdulah Barzanî yekemîn roja perseya nav hatî li Gundê Dorê birêve çû.

Di yekemîn roja perseyê de hijmareke zêde ji welatiyên Kurdistanê, Berpirsên siyasî, îdarî û civakî yên Kurdistanê û kesatiyên olî û Parlementerên Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Îraqê beşdar bûn.

Tê zanîn ku, rehemtî Şêx Ebdulah Barzanî Nunerê Serok Barzanî bû li Devera Barzanê bi taybetî li ser Mezara Nemiran û duhê jiber nexweşiyeke anî canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya xwedayê mezin.

Back to top button