Cîhan

Tîma Kurdistanê gihîşt Filistînê

Li gora nûçeya AKnews,Tîma fûtbolê ya Kurdistanê, bi mebesta beşdarî di şampiyoniya navdewletî ya Filistînê, duh êvarê gihîşt bajarê Beyt ul-Lehm ê Filistînê û ji aliyê nûnerê serokê Filistînê ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya tîma fûtbolê ya Kurdistanê, duh êvarê gihîşt bajarê Beyt ul-Lehm ê Filistînê û ji aliyê nûnerê serokê Filistînê, Husên Debas ve hat pêşwazîkirin.

Debas, silav û hurmetê serokê Filistînê, Mehmûd Ebas pêşkêşî şandeya fûtbola Kurdistanê kir û got, serokê Filistînê pir kêfxweş e ku tîma Kurdistanê hatiye Filistînê.

Debas, behsa têkiliyên bihêz ên gelên Filistîn û Kurdistanê kir û got, ji ber ku her du gel rastî êş û zehmetiyên tund hatine, dostaniya wan jî xurt bûye ji ber wê jî tîma Kurdistanê ji aliyê gelê Filistînê ve pir tê hezkirin.

Şandeya fûtbola Kurdistanê, ji 34 kesan pêk tê û ji aliyê serokê federasyona fûtbola Kurdistanê, Sefîn Kanebî ve tê serperestîkirin.

kurdistan teamNûnerê Filistînê li Herêma Kurdistanê, Ezmî Hezûrî, ji AKnewsê re got, tîma Kurdistanê yekemîn şandeya Kurdistan û Iraqê ye ku piştî zêdetirî 40 salan diçe Filistînê, ji ber ku heta niha şandeke wiha neçûye Filistînê.

Yariyên şampiyoniya navdewletî ya Filistînê, ku 10 tîm beşdar dibin, dê îro dest pê bike.

Back to top button