Polîtîk

Malîkî ji bo serok Barzanî gotina“ew mirov” bikaranî

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, ji bo serokê herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanî gotina “ew mirov” bikaranî û got, “heçku Iraq bi rêvebiriya Kurd ve girêdayiye.”

Di navbera hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê de nakokî dewam dike. Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî bi televizyona NRTê re axifî û got, “dêbêjî qey Kurdistan bi Iraqê ve ne, Iraq bi Kurdistanê ve girêdayiye.” Malîkî di axaftina xwe de ji bo serok Barzanî gotina “ew mirov”  bikaranî û navê Barzanî neanî ser zimanê xwe.

Malîkî di derbarê bûtçeya pêşmergeyan de jî diyar kir ku, bûtçeya pêmergeyên ku herêma Kurdan diparêzin, di nav bûtçeya ji bo herêmê tê veqetandin a ji %17 e de ye. Malîkî îdia kir ku ji bo pêşnergeyan bûtçeyeke cûda dixwazin  û ev jî li dijî zagonê ye.

Dîsa Malîkî îdia kir ku, rêberên Kurdan di nav xwe de ne xwedan fikreke hevpar in got, “dema hikumeta Iraqê dihat sazkirin, min ji Barzanî re pêşniyar kir ku em wezaretiyekê bidine Partiya Muxalîf a Kurdan, Goranê. Barzanî bi tûndî bersiv da û anî ziman ku ew ê tevlî hikumetê nebin.”

 

Back to top button