Civak

Ji Demîrtaş, di derbarê suîqasta Tatlises de angeşteke cidî

Li Rihayê, ji ber ku hefteya çûyî gellek endamên BDPê, din av de seroka bajêr jî heye, hatibûn girtin, îro (14.05.2012) çû Rihayê û suîqasta Îbrahîm Tatlises anî rojevê.

Hevserokê Partiya Aşîtî û Demoqrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, îro li Rihayê bû. Demîrtaş ji aliyê partîvanan ve hate pêşwazîkirin û çû navenda partiyê û derbarê hinek mijaran de agahî dan. Ji ew mijaran yek jî suîqasta stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises bû.

Gorî angeşteya Demîrtaş, AKPê ferman daye ku li Rihayê BDPê biqedînin. Heta ji bo vê çeteyek hatiye avakirin. Xwastine ku eqlî xelkê Rihayê navhevxînin û ji bo vê jî suîqasta Tatlises bi BDPê re eleqedar nîşan dane.

Demîrtaş dibêje, berî hilbijartinan, 2 meha berî suîqasta Tatlises, hêzên ewlehiyê têlefonên çeteyê guhdarî kirine û bi zanebûn midaxele nekirine. Piştî suîqastê çete hatiye girtin û di dema îfade girtina çeteyê de endamê meclîsa partiya wan girtine û bi vî awayî bi BDPê re eleqedar nîşan dane. Piştî hilbijartinan endamê partiya wan berdane û niha ti kesekî BDPî bi vê mijarê ve girêdayî girtî tine ye.

Demîrtaş îdia dike ku bi zanebûn suîqast nehatiye asteng kirin û dibêje, ev jî nişan dide ku tilîya hikumeta AKPê di suîqasta Îbrahîm Tatlises de heye. 

Back to top button