Nivîsar

Cejna Qurbanê li Miletê Kurd Pîroz Be..!

Bi hatina cejna qurbanê re li welatên misliman divê gelek nirxên olî û netewî careke din di ber çavan re werin derbaskirin. Netewên Misliman divê li gora şaristanî û exlaqê islamê rûdanên li welatên misliman bêne nirxandin. Şer, pevçûn û hovitiya ku li ser navê mislimantî yê dibin, bi bersivên pirsgirêkan bi şêvayeke dadwerî werin ronî kirin. Yana ewê nakokiyên di nava civaka misliman de kurtir bibin. Ola islamê jî nikare wê gavê xwe ji qeyraneke îdeolojîk û bê exlakî biparêz e. Heger bi rastî hemû misliman birayên hevdû bin, divê ev biratî xwe di maf û azadiyan de jî bide dîyarkirin.Helbet cejn û şahî, cihê kêfxweşî û aşitiyê ne. Rêzan û helwest wilo ye. Lê em dizanin ku îro li Rojhilata Navîn cejn bûyê şînî, aşîtî bûye şer, mirovanti ketiyê şeklê hovitiyê. Gûnd û bajar xeradibin, gel tê kûştin û xelk koçber dibin…Di rewşeke wilo malkambax de em Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya(PDK-T) cejna netewa Kurd û hemû Miletê ciranên Kurdistanê pîroz dikin û daxwaz dikin ku welatê me Kurdistan jî Serbixwe û azad bibe. Weke hemû miletên cîhanê mafê Serxwebûna miletê Kurd jî heye. Em piştgiriya referanduma Serxwebûna Kurdistana Başûr dikin û çavlirêne ku, bi rêjeyeke bilind referanduma Serxwebûna Kurdistanê bête erêkirin.Em daxwaz dikin li Rojavayê Kurdistanê jî Kurd ji bona doza mafê netewî yekitiya xwe ava bikin, da Kurd bi hev re destkeftiyên netewa xwe biparêzin. Li gora Partiya me divê heman daxwaz li Rojhilatê Kurdistanê jî rû bidinPDK-T li Kurdistana Bakûr ji bona heman nirxan têkoşin dideû tevdigerê. Em weke Partî dixwazin bilêzûbez yekitiya xwe di xeta netewî û demokrat de ava bikin. Em bang li dilxwaz û aligirên xeta netewî û demokrat dikin ku hemû kes xebatê ji bona yekitiyê bikin. Pewîste; em rê li ber kes, komik û rêxistinên ku ji bona yekitiyê tevdigerin negirin, wana berbi yekitiya xeta netewî û demokrat de dehf bidin. Li Kurdistana Bakûr ti hêz, bêyî yekitiya xeta netew û demokrat nikarin bibin muhatab ji bona xeta sîyaseta netew.Pêdivî bi PDK-T heye; ji bona li seranser ê Kurdistanê xeta netewî birêxistinî û bi hêz bikê da bibê hêzek berz ji bo na hemî derûdorên siyasî da; netewa Kurd ji bin nîrê metîngerî rizgar bike. Lewra; PDK 70 sal berê, bingeha xwe li her çar cêniyên Kurdistanê di bin nîrê dagirkerande damezirand, hata îro bi yek helwest û rêbazê xebata xwe domand. Ji ber vê, ew li herêmê buye merqa. PDK-T jî ji heman bingeh û rêbazê têt.Ev jî tê wê wateyê ko xwedî rûmet û erkek netewiye. Em careke din bi hestên netewî Cejna Civaka Îslamê û hemî malbatên Pêşmergeyên Qehreman û Şêhîdên doza netewa Kurdistanê pîroz dikin. 13.09.201Bijî Kurd û KurdistanBijî Pêşmergên QehremanJi bona Referendumê ERÊSerokê Giştî yê PDK-TMehmet Emîn KARDAŞ

Back to top button