Pirtûka ”Dersên Kurdî” ya mamoste Heqî Balte

  Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan spasdar im.Bi hêviya ku perwerde û hîndekariyeke serketî pêk were.2013 / Stockholm

  1. Welatevîn”

Mamoste Heqî dîsa di Çend gotin de Dibêje:”Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo şagirdên polên 6 , 7 , 8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin”.Pirtûk bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ya van pênc mamostên zimanê kurdî li dibistanên Swêdê de hatiye sazkirin û çapkirin û xwendevanên kurd bi naveroka vê pirtûkê têne perwerde kirin.Rojekê dilsoz û xemxwerekî ziman û çanda kurdî, pirtûkek bi navê ”Dersên Kurdî” ko xwediyê û nivîskarê wê Heqî Balte ye, diyarî min kir.Di lêgerînekê di nava rûpelên pirtûkê de ez pêrgî rûpela bi navê ”Jiyana Cegerxwîn” hatim.Nivîskarê pirtûkê çend malikan ji helbestekê dike nimûne ji wê rûpelê re, digel şaşiyên xirab di gotin û nijinandina malikan de.Nivîskar, di dawiya wê rûpel de hejmarek pirsan ji xwendevan dike, yek ji wan jî ev e:-Bi hevalên xwere bersivên van pirsan şîrove bikin.7-Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ya “Herne Pêş” kî kiriye stran?.De ka em bipirsin: Ma gelo raste ev çend malikên helbestê ji helbesteke Seydayê Cegerxwîn e ?.Xwendevanên hêja, rastiyê vê yekê jî ev e: Ev çend malikên helbestê yên di pirtûkê de, ne ji helbesta Cegerxwîn e, lê belê ji helbesta Mela Ehmedê Namî ye. Helbest ji 24 malikên zozo û bi navê Neşîd û Gaziya Keçan hatiye hûnandin û hejmara wê ya duwemîn e ji helbestên dîwana “Daxwazname”de.Dîwana “Daxwazname” ya Seydayê Mela Ehmedê Namî, cara yekemîn di sala 1986an de li Swêdê ji weşanxana Roja Nû û cara duwemîn di sala 1994an de li bajarê Şamê hatiye çapkirin. Herweha hunermend Şivan Perwer jî ev helbest bi awaz û mûsîka xwe kiriye stran.De ka em bi hev re malikên helbestê di pirtûka Dersên Kurdî de tevlî wan şaşiyan bibînin: Herne pêş, herne pêş kurdino herne pêş,Welat çev li rê bendewarê we yeHeger hûn neyên wa ye keç em meşînBes e koletî serfiraz em bijîn…….Herne pêş herne pêş dem û dewra we yeWelat çav li rê bendewarê we ye….. Helbesta Namî weke ko di dîwana helbestan Daxwazname de hatiye weşandin bi vî awayî ye: NEŞÎD Û GAZIYA KEÇANBirayên delal hûn werin xortinoBuhuşt e welat da’m herin merdino Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî, serfiraz da´m bijîn Welat çav li rê bendewarê me yeCiwan herne pêş dewr û dem ya we ye Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî serfiraz da’m bijîn Bibin yek bi lez xort û keç da´m herinJi bo serxwebûnê bi ceng û mirin Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî serfiraz da´m bijîn Keç im, nû gihame, dixwazim xebatMe canê ciwan da ye gorî welat Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî, serfiraz da´m bijîn Dilê me ji pola ye gurçik hesinJi bo tol û doza welat em bes in Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî, serfiraz da´m bijîn Ji Namî me zanî ko em bibne yekDijîn serbilind al û ol û serek Eger hûn neyên va ne keç em meşînBesin koletî, serfiraz da´m bijînTilŞeîr 1948 Ciyê mixabiniyê ye ko şaşiyek weke vê şaşiyê me gotî û bi pênûsa mamostekî zimanê kurdî û bi pêşniyaz û alîkariya pênc mamotên zimanê kurdî di pirtûka xwendinê de têkeva nav destên xwendevanên wan de û bi wê bêne perwerdekirin.Ez xweş bawer im dema xwendevanên zimanê kurdî bibînin ko ev helbest, helbesta Mela Ehmedê Namî ye, ne ya Cegerxwîn e, bêgoman hingî wê baweriya wan bi naveroka pirtûkê kêm û qels bibe û wê ji xwe û ji hev bipirsin:Ma gelo ev şaşî bi tenê ye di vê pirtûkê de yan hejmareke din weke vê şaşiyê têde peyda dibin?.Dîsa jî em ê çavnihêrê çareserî û rastkirina vê şaşiyê bimînin.Lê weke Melayê Cizîrî dibêje:Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim şikayet Samî Mela Ehmedê NamîStockholm. 2016.09.11  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: