
Li welatên Rojhilata Navîn gelek ça tê vexwarin. Li Kurdistanê jî çayek zêde tê vexwarin. Piraniya cara çayek bi hîlê tê firotin û ew ça bandorê li tendurîstiya insana dike.
Ji bo vê yekê gelek tecrûbe hene ku çaya sexte yanî ya hinek madeyên kîmyawî tevlî dikin da ku rengî xwe bide û çaya pakij a heqîqî ji hev bê cuda kirin.
Li Tirkiye devera Behra Reş ça tê gihandin. Piraniya bajarên Behra Reş xwedîyê bexçeyên çayêne û çayek zê de tê tomar kirin.
Herî dawî muhendisek ê Zîraetê formula çaya sexte û ya heqîqî ji hev cuda bike eşkere kir.
Li gora wê, du îskana tejî ava cemidî bikin, her yekî çengek çaya hişk bêxinê. Eger ew ça reng bide sexteye û ne çayek heqîqîye û madeyên kîmyavî tevlî kirine.