Cûdahiyên di navbera virusa li Amerika û Çînê de
Gelo ji bo çi ku virusa H1N1 li Amerîka belav bû, tu welatek geştên xwe yên Amerîkayê qedexe nekird? Ji bo çi ku virusa Corona li Çînê belav bû, hinek ji welatan nehiştin hemwelatiyên wan geşta Çînê bikin?
Nivîskar Mario Cavolo Pizîşk û Lêkolînereke Çînê di rojnameya China Daily de nivîsek bi navê cûdahiyên di navbera virusa li Amerika (H1N1) û Çîn (Corona) de belavkiriye. Her wiha cûdahiyên di navbera her dû virusan eşkere kiriye. Nivîskarê Çînê dibêje: Dema Amerîka li sala 2009 tûşî virusa H1N1 bû bi lez li cîhanê da belav bû û zêdetirê 60 milyon hemwelatî bûn hilgirê vê virusê û ji vê hejmarê jî nêzîkî 18449 kes li wê salê da canê xwe ji destdan. Lê belê derencama belavbuna vê virusê gelek ji wê yekê metirsîdartir bû, nêzîkî 300.000 sê sed hezar kes mirin. Li gor raporên dawî yên navenda rûbirûbun û nehiştina nexweşiyan ya heta li sala 2012 an.
Cavolo dibêje: Li sala 2009 dema belavbuna virusa H1N1 li bîra min nayê ku Amerîka hîç êrîşek ji aliyê neyarên wê û kesên dijî Amerîka jî li tevahiya cîhanê da li wan kiribe. Êdî te? li rastiyê da, li bîra me tê ku şeş meh xwest heta Amerîka ragihandina rewşa ji nişka ve ya niştimanî ragihand? Gelo hîç hikumetek li destpêka derketina virusê li nîsana 2009 heta dawiya nîsana 2010 ku meha hezîranê jî berdewam bû, paşê dema virusa H1N1 hate ragihandin wekî nexweşiyeke cîhanî ji nişka ve hişyariyê dan hemwelatiyan heta ku Amerîka bi cîh bihêlin? Her wiha sînorên xwe bi rûyê Amerîka da bigrin? Nexêr ne kirin.
Gelek balkêşe ku ev nivîsa Mario Cavolo ji aliyê hemû konsolxane û balyozxaneyên Çînê ve li ser hemû zimanên cîhanê hatiye wergerandin û li ser torên civakî jî têne belavkirin.