Nivîsar

Çawa Îran û Rûsyayê dev ji Esed berdan?

Berî rûxandina rêjîma Beşar Esed, yê 59 salî, û ligel malbata xwe li Moskoyê bibe penaber, Îranê bi rêya wezîrê xwe yê derve Ebas Eraqçî, ku serdana Şamê kiribû û şîva dawî li yek ji kolanên wê, nêzî hefteyek berê, xwaribû, peyamek pir girîng radestî Esed kiribû.

“Esed bûye barek”

Eraqçî ji Esed re diyar kir ku welatê wî “êdî ne di rewşekê de ye ku hêzên xwe ji bo piştgiriya wî bişîne”, li gorî ku çavkaniyek agahdar a Îranî eşkere kiriye. Çavkaniya nêzîkî hikûmeta Îranê got: “Esed ji hevalbendê xwe zêdetir bûye bar.”

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku “berdewamiya piştevaniya Esed dê bibe sedema berdêlên giran ji bo Îranê.” Û weha jî berdewam kir, Tehran nêzîkî salekê ye ji Esed bêhêvî bûye, li gorî ku rojnameya navdar a Financial Times belav kiriye.

Vekişandina çekdar û berpirsên Îranê

Lê komên çekdar, piştî Hims û Helebê, di demeke kin de Hema kontrol kirin û komên xwecihî ji başûr ber bi Şamê ve dest bi pêşveçûnê kirin.

Tevî ku Îranê bi eşkere piştrast kir ku ew piştgiriya hikûmet û artêşa rêjîma Sûriyê dike, lê dest ji Esed berdaye.

Çavkaniyê tekez kir ku li pişt perdê, Îraniyan Esed bi tenê dihiştin, ji ber ku hemû endamên elît ên Pasdarên Îranê ligel dîplomat û malbatên wan, bi hejmareke mezin derketin û ber bi Iraqê ve çûn.

Rola Tirkan

Ji aliyê xwe ve, Tirkiyê di asta leşkerî de jî roleke giring lîst, di piştevanîkirina aliyên ku serokê berê hilweşandin û Şama paytext kontrol kirin.

Çavkaniyek nêzîk ji bûyeran, diyar kir ku îstixbarata Tirkiyê, bi bikaranîna balafirên bêmirov ên Tirkiyê, ji ber sedemên xwe yên operasyonê, wêne û nexşe li pêş navendên leşkerî yên li ser rêya Şamê xêz kirine, lewma piştre karîbû nexşeyek berfereh a hûrgiliyên li ser axê pêşkêşî komên çekdar bike.

Çavkaniyê herweha bal kişand ser vê yekê ku Enqere piştgiriya hin komên ku di bin ala Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de tevdigerin, ku di heyama vê dawiyê de bi Desteya Tehrîr El-Şam re hevahengiyê dikirin, bi çekan dikir, tevî redkirina wê ya fermî ji destwerdana di vê êrîşê de.

Di berdêla vê yekê de, Tirkiyê garantî wergirt ku çekdar tevlî hêzên Sûriya Demokratîk yên ku Amerîka piştgiriya wan dike, deverên berfireh ji axa Sûriyê kontrol dikin, nabin.

Garantî ji bo Rûsyayê

Di derbarê Rûsyayê de, ku hêzên wê bi rengekî berçav di rûbirûbûna komên çekdar de cih negirtine, xuya ye ku wê lihevkirinek pêk anîbû.

Di demekê de ku wê bi eşkere soz da ku piştgiriya rejîma berê bike, karbidestekî berê yê Kremlînê eşkere kir ku Rûsya bêhêz e ku alîkariya Esed bike, ji ber ku dagirkirina Ukraynayê hêzên Rûsî westandiye.

Di vê navberê de, çavkaniyek ji Kremlînê diyar kir ku komên çekdar ewlehiya baregeh û navendên dîplomatîk ên Rûsyayê li Sûriyê garantî dikin, wek ku berê ajnsa Rûsî ya TASS ragihandibû.

Ji ber vê yekê, serokê berê yê Sûriyê êdî ne ji bo Îranê û ne jî ji Rûsyayê re “kêr” bû, û ket û niha rûbirûyê paşerojek nezelal dibe.

Jêder: Welat TV…

Back to top button