Rojev
DYA êrîşî santrala nukleerî ya Derhovînê ya ku li Îranê dihat çêkirin kir.
19/07/2026
DYA êrîşî santrala nukleerî ya Derhovînê ya ku li Îranê dihat çêkirin kir.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku Amerîkayê êrîşî Santrala Nukleerî ya Darkhoin li parêzgeha Xuzistanê kiriye. Daxuyaniyê destnîşan kir…
Bi dronan êrîşê Hewlêr dikin
18/07/2026
Bi dronan êrîşê Hewlêr dikin
Îşev li asmanê Hewlêrê dengê teqînên bihêz ên li pey hev hat bihîstin. Derket holê ku ew deng ji ber çar dronan bû ku ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatine teqandin. Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, çar dronên ku bajarê Hewlêrê kiribûn armanc ji aliyê pergalên parastinê ve hatin tesbîtkirin û hêzên parastinê ew dron li asmanê bajêr bê bandor kirin û xistin xwarê. Dîmenên pergalên parastinê Di wan dîmenên vîdeoyî de ku gihîştine Rûdawê û li ser torên civakî bi lez belav bûne, tê dîtin ku pergalên parastinê (C-RAM) çalak bûne. Di vîdeoyan de kêlî bi kêlî diyar dibe ku pergalên parastinê li hewayê bersivê didin dronan. Li hêla din îşev rişî Taslûceya Silêmaniyê hat kirin. Li gorî dîmenên vîdeoyî yên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, li derdora wî cihê ku lê hatiye xistin agirekî mezin derketiye û li gorî agahiyan birîndar hene.
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrşên li ser Kurdistanê şermezar dike
17/07/2026
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrşên li ser Kurdistanê şermezar dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got ku ew gefek rasterast li ser…
Hukumeta herêma Kurdistanê êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir
17/07/2026
Hukumeta herêma Kurdistanê êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên mûşekî û dironên Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî şermezar kir. Serokatiya Hikûmeta Herêma…
50 hezar eskerên me li Rojhilata navî de di amadebaşîyê de ne
30/06/2026
50 hezar eskerên me li Rojhilata navî de di amadebaşîyê de ne
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de bal kişand ser wê yekê ku…
Serokwezîrê Iraqê: Em ê her rayedarekî ku pereyên dizî vegerîne efû bikin
30/06/2026
Serokwezîrê Iraqê: Em ê her rayedarekî ku pereyên dizî vegerîne efû bikin
Serokwezîrê Iraqê Elî Feleh Zeydî got ku, têkoşîna li dijî gendeliyê biryarek bêveger e û her rayedarek ku pereyên dizî…
Li Almanya êrîşê nawendeka civanan hat kirin 6 kesî jiyana xwe ji dest da
30/06/2026
Li Almanya êrîşê nawendeka civanan hat kirin 6 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Almanyayê di êrişeke çekdarî li navendeke çavdêrî û parastina ciwanan hat kirin 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Polîsan da zanîn ku îhtimaleke mezin e ku bûyer ji ber “pirsgirêkek malbatî” pêk hatibe. Destpêkê polîsên Almanyayê ragihandibû ku di êrişa çekdarî ya li navenda hawarçûn û çavdêriya ciwanan a li bajarê Stadeyê de ku dikeve rojavayê Hamburgê, 5 kes hatine kuştin lê pişt re hejmara kuştiyan derket 6an. Polîsan destnîşan kir ku di vê êrişa bixwîn de çend kesên din jî birîndar bûne. Ev bûyer di salên dawî de yek ji wan êrişên çekdarî yên herî xwînî yên li wî welatî ye. Hemû kesên ku canê xwe ji dest daye kesên mezin bûn. Li gorî medyaya Almanyayê, piştî agahdarkirinê polîs çûne cihê bûyerê û dîtine ku 2 kesên gumanbar dixwazin bi otomobîlekê birevin. Polîsan gule berdan otomobîlê, otomobîl rawestand û her du gumanbarên ku temenê wan di ser 21 saliyê de ne desteser kirin. Polîsan her wiha ragihand ku êdî ti metirsiyek li ser welatiyan nemaye. Nifûsa bajarê Stadeyê nêzîkî 50 hezarî ye, dikeve qeraxa Çemê Elbeyê û 50 kîlometreyan ji rojavayê Hamburgê dûr e. Êrişa çekdarî li nêzîkî navendeke rojane ya lênerîna zarokan û dibistaneke seretayî rû daye. Endamê Meclisa Bajêr Carsten Brokelmann ragihand ku ziyan negihiştiye ti zarok û karmendekî dibistan û navendê.
Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê hatin bi bîranîn
29/06/2026
Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê hatin bi bîranîn
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI AMEDÊ ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BIBÎRANÎN Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya…
Tayyar îdia dike ku Demirtaş poşman e…
29/06/2026
Tayyar îdia dike ku Demirtaş poşman e…
Rojenemevan û parlementerê berê yê AKPê Şamil Tayyar di derbarê Selahattin Demirtaş de îdiayek kir . Tayar di derbarê Selahattin…
Eraqçî: Min peyama rêberê Îranê ji serokwezîrê Iraqê re aniye…
28/06/2026
Eraqçî: Min peyama rêberê Îranê ji serokwezîrê Iraqê re aniye…
Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje ku hinardekirina petrolê ya welêt ji ber alozî û şerên li herêmê asteng bûye. Di…
“Berdewamiya rewşa heyî ji bilî zirarê dide herêmê, sûdê nade tu kesî”
28/06/2026
“Berdewamiya rewşa heyî ji bilî zirarê dide herêmê, sûdê nade tu kesî”
PKK ji bo aliyan: Werin em pabendî çareseriya ku ji hêla Parlamentoya Kurdistanê ve hatî biryar dan bin“Berdewamiya rewşa heyî…
Amerîkayê êrişî Îranê kir
27/06/2026
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro li Îranê operasyoneke asmanî pêk aniye. Li gorî CENTCOMê, ev êriş wekî bersiveke tund a ji bo êrişa doh a li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê hatiye kirin. Li depoyên dron û mûşekan hat xistin CENTCOMê diyar kir ku balafirên Amerîkayê li depoyên mûşek û dronan û sîstemên radarê yên li qeraxên Îranê xistiye. Îranê 25ê Hezîranê bi droneke kamîkaze li keştiya “M/V Ever Lovely” dabû. Ew keştiya bar a bi alaya Sîngapurê dema ku li nêzîkî qeraxên Umanê ji Tengava Hurmizê derdiket bû armanca êrişê. “Peymana agirbestê hat binpêkirin” CENTCOMê diyar kir ku vê êrişa Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê bi awayekî eşkere peymana agirbestê bin pê kiriye. Her wiha hat destnîşankirin ku tevgerên metirsîdar ên Îranê azadiya gerîna deryayî ya li vî korîdora bazirganiya navneteweyî têk dibe. Hêzên CENTCOMê koordînasyona ji bo derbasbûna silamet a keştiyên bazirganiyê ya li tengavê didomînin. Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew li herêmê hişyar in da ku piştrast bin Îran pêbendî hemû xalên peymanê dimîne. Medyayê Îranê ji ragihand ku li bajarê Sîrîkê yê Hurmizganê dengê teqînan hatiye.
Nêçîrvan Barzanî ji bo roja Aşûrayê peyamek belav kir
26/06/2026
Nêçîrvan Barzanî ji bo roja Aşûrayê peyamek belav kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo roja Aşûrayê peyamek belav kir û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina…
Waşinton bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer difiroşe Tirkiyeyê
26/06/2026
Waşinton bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer difiroşe Tirkiyeyê
Îdareya Amerîkayê plan dike ku bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer bifiroşe Tirkiyeyê. Ev pêngav wekî nîşaneka siyasî…
Dahata gumrikan a Herêma Kurdistanê ya 7 salan eşkere bû
26/06/2026
Dahata gumrikan a Herêma Kurdistanê ya 7 salan eşkere bû
Qebareya bazirganiyê ya li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di 7 salan de zêdetirî 227,1 trilyon dînarî bûye û ya herî zêde sala 2024an bûye. Di wê demê de dahata gumrikê ya deriyan 9,5 trilyon dînar bûye. Dihok wekî parêzgeh bi komkirina 4,9 trilyon dînarî di rêza yekem de ye. Ev amar beşek ji wan agahiyan in ku di raporeke Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê de cih girtine û kopyayeke wê ketiye destê Rûdawê. Amar ên dema 7 salan in, ji 2019an heta 2025an. Di wan 7 salan de qebareya bazirganiyê ya li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê 227 trilyon û 171 milyar û 180 milyon û 900 hezar dînar bûye. Qebareya herî zêde ya bazirganiyê li Herêma Kurdistanê sala 2024an hatiye tomarkirin ku 41,2 trilyon dînar bûye û ya herî kêm jî sala 2020î bûye ku 28,03 trilyon dînar bûye. Ev amar taybet in bi qebareya bazirganiyê ya li 12 deriyên sînorî yên bejahî û asmanî yên Herêma Kurdistanê. Qebareya bazirganiyê li gorî salan: 1. 2019: 31 trilyon dînar 2. 2020: 28 trilyon dînar 3. 2021: 33,7 trilyon dînar 4. 2022: 33,6 trilyon dînar 5. 2023: 33,6 trilyon dînar 6. 2024: 41,2 trilyon dînar 7. 2025: 25,4 trilyon dînar 9,5 trilyon dînar dahata gumrikê Li gorî raporê, di wan 7 salan de bi giştî dahata gumrikê ya Herêma Kurdistanê li 12 deriyan, 9 trilyon û 547 milyar û 332 milyon û 96 hezar dînar bûye. Dahata herî zêde ya gumrikê di wê demê de sala 2024an bûye ku zêdetirî 1,6 trilyon dînarî bûye, ya herî kêm jî sala 2025an bûye ku 1,09 trilyon dînar bûye. Amaran eşkere kiriye ku ji sala 2024an heta 2025an dahata gumrikê li Herêma Kurdistanê 550 milyar û 438 milyon û 115 hezar dînarî kêm bûye, li gorî vê yekê ji sedî 33,5ê dahata gumrikê di navbera wan her du salan de kêm bûye. Dahata gumrikê li gorî salan:…