Polîtîk

Eraqçî: Min peyama rêberê Îranê ji serokwezîrê Iraqê re aniye…

Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje ku hinardekirina petrolê ya welêt ji ber alozî û şerên li herêmê asteng bûye. Di heman demê de, wezîrê derve yê Îranê got ku Tehran “nêzîkatiyek taybet” ji bo birêvebirina Tengava Hurmuz pêş dixe.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Yekşemê li Bexdayê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

‘Şer zirareke mezin a aborî daye Iraqê’

Husên got.”Em ji ber şer asteng bûn û menekarî petrolê hinarde bikin, ku ev yek ji bo me pirsgirêkên mezin ên aborî çêkir. Em li dijî şer in û em bawer dikin ku ewlehiya herêmê divê ji hêla welatên herêmê bi xwe ve were parastin,” wî her wiha got ku Iraq, wekî dostek Dewletên Yekbûyî û Îranê, ji bo bidestxistina aştiyê amade ye ji bo her navbeynkariyê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serdana xwe ya Bexdayê wekî “hesas” bi nav kir û got ku peyamek taybet ji Rêberê Bilind Elî Xameneyî ji bo serokwezîrê Iraqê li cem wî heye.

Eraqçî got: “Divê şer li hemû eniyan, tevî Lubnanê, raweste,” Wî got ku Tehran dixwaze têkiliyên xwe ji nû ve binirxîne da ku bi dijwarîyan re rû bi rû bimîne.

Yek ji mijarên herî girîng ên axaftina wezîrê derve yê Îranê Tengava Hurmuz bû. Eraqçî got, “Em niha li ser rêbazek taybetî ji bo birêvebirina Tengava Hurmuz dixebitin.”

Back to top button