
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN
‘’JI SÎYASETA DEWLETA TIRKÎYEYÊ RE JÎ, JI SÎYESETA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK RE JÎ NA’’
Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN -PSK, PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ -PWK, TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ -VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ) piştî konferansên Qoser, Îzmîr, Ruhayê, roja 27.06.2026ê li bajarê Wanê, bi armanca yekîtîya neteweyî konferansa xwe ya çaremîn li dar xistin.
Konferans li Baroya Wanê, li Hola Konferansê ya Yimaz Guney hate li dar xistin.
Dîwana konferansê ji van kesayetan pêkhat: Serokê Teşkîlata Wanê ya PWKyê Husamettîn Acar, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyîp Kizilyildiz, li ser navê VEJÎNê Şehrîban Înan, li ser navê kesayetîyên serbixwe Sedat Dogan,
Di destpêka koferansê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.Husamettîn Acar bi kurdî, Tayyîp Kizilyildiz bi tirkî bi xêrhatina beşdaran kirin û her yekî di derbarê armanc û naveroka konferansê de kurte axaftinek kirin.
Paşê bi dore, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, li ser navê kesayetîyên serbixwe Alî Oncû, rêvebirê PÊLKURDê Koroglu Karaaslan, nûnerê VEJÎNê Mustafa Dilsoz, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk axivîn.
Her pênc axaftvanan jî, bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya tifaqekek neteweyî li Bakurê Kurdistanê.
Her pênc axaftvanan jî gotin ‘’Ji siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ya ku sed sal e li ser hişmendîya yek dewlet, yek welat, yek milet, yek, al, yek al, yek ziman’ tê meşandin re û ji sîyaseta cimhurîyeta demokratik, entegrasyona demokratik re na’’.
Di axaftinên her pênc axaftvavanan de dîyar bû ku her pênc axaftvan jî ji bo li ser prensîban ava kirina tifaqeke neteweyî, kurdistanî ku ji partî û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar hemfikir bûn.
Piştî axaftina nûnerên Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, nivîskar û lêkolînerê kurd Zîya Avci, Sîyasetmedar, rewşenbîrê kurd Îbrahîm Guçlu, Muşawîrê Aborîyê Necîp Ûlûdîl, sîyasetmedarê kurd Bedîrxan Epozdemîr, sîyasetmedarê kurd Abdurahîm Gumuştekîn,li ser navê Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê Dîyar Ozbakiş, Serokê Berê yê Komeleya Melayên Kurd Mele Kerem, sîyasetmedarê kurd Mehmet Baydar, nivîskara kurd Leyla Engîn di derbarê tifaqa neteweyî de, bîr û rayên xwe anîn zimên û hinekan ji wan pirsên xwe pêşkêş kirin.
Di dawîya konferansê de, li ser navê Dîwanê Sedat Dogan spasîya beşdaran kir û bi kurtayî di derbarî girîngî û pêwîstîya tifaqa neteqeyî de bîr û rayên xwe anî zimên.
Li gel rêvebir û endamên alîyên ku ev konferans organîze kirine, nûnerên Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ,Bizava Aştîya Navxweyî (BAN), Nûbihar, Komeleya Gewaşîyan û rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd ên li Wanê û li dor û bera Wanê beşdarî vê konferansê bûn.
Konferansa ku li Wanê hate li dar xistin, bawerî û hêvîyên ava kirina temsîlîyeteke neteweyî, li Bakurê Kurdistanî geştir û xurtir kir.
Hate ragehandin ku di roja pêş dê li hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê dê konferans û civîn bêne li dar xistin.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe ya di konferansê de bal kişand ser van xalên esasî:
–Li Bakurê Kurdistanê ava kirina tifaqa neteweyî wazîfeyeke esasî ye.
–Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi navê ‘’Tirkîyeya bê terör, herêma bê teror’’, sîyaseta xwe ya sed salî ya ‘’Yek dwlet, yek millet, yek, yek welat, yek al, yek ziman’’ dimeşîne.
— Li gel van bedelên mezin ên ku gelê Kurdistanê di van 40 salên dawî de dane jî; mixabin li ser navê kurdan Ocalan, PKK, DEM Partî jî, bi navê ‘’pêvajoya aştî û civaka demokratîk’’, bi gotinên ‘’Cimhurîyeta demokratik, neteweya demokratik, entegrasyona demokratik, sîstema komünal, hemwelatîya hevbeş’’, sîyaseteke ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafên wî yên neteweyî, kolektîf, mafê wî yê statuyeke sîyasî û mafêçarenûsîyê tüne dihesibîne dimişînin.
— Em wek alîyên ku vê xebata yekîtîya neteweyî dimeşînin; em ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya 100 salî û ya ku îro jî miletê Kurd û hemû mafên wî yên neteweyî kollektîf tUne dihesibîne red dikin.
–Em wek alîyên ku vê xebata yekîtîya neteweyî dimeşînin dibêjin vê sîyasaseta ku Ocalan, PKK, DEM Partî dimeşîne rêya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ye; tune hesibandina mafên miletê Kurd ên neteweyî ne.
–Tifaqa neteweyî, tifaqa hemû alîyên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê qebûl dikin; mafê çarenûsîyê, mafê gelê Kurdistanê ku li welatê xwe, bi statuyeke coğrafik, milî, sîyasîxwe îdare bike qebûl dikin e.
–Tifaqa neteweyî, li gel bernameya xwe ya stratejik, div3 exwedî bernameyeke ku ji daxwazên acîl pêkhatîye jî be. Divê herdu bername bi hev re bê meşandin.
–Tifaqa neteweyî, tifaqa miletê Kurd û hemû gelen Kurdistanê ye, tifaqa hemû dîn û mezhebên li Kurdistanê ne; tifaqa hemû beşên civata Kurdistanê ne; tifaqa hemû fikir, îdelojî û sîyasetên neteweyî, kurdistanî ne.
–Tifaqa neteweyî, tifaqa hemû alîyên ku ji otonomî, federalî heta serxwebûnê, mafê statuyeke sîyasî diparêzin e. Divê hemû alîyên vê tifaqê rêzê li fikir û sîyasetên hevdu yên cuda bigrin; divê kes fikir û sîyaseta xwe li ser yên din ferz neke; divê alîyên hevbeş derxînin pêş.
–Em di wê bawerîyê de ne ku gelê Kurdistanê yê ku bedelên mezin dane û didin, piranîyeke berbiçav a potansîyela DEM Partîyê ya welatperwer, ne li gel sîyaseta ‘’ ‘’Cimhurîyeta demokratik, neteweya demokratik, entegrasyona demokratik, sîstema komünal, hemwelatîya hevbeş’’ in.Ji ber vê rastîyê jî divê em bawerîyê bidin gelê xwe û vê potansîyela welatpewrwer a DEM Partîyê ku ew ne mecbûrî vê sîyaseta Ocalan û DEM Partîyê ya xelet in.
–Divê em bikaribin dînamîzma ciwanan û tecrubeya kadroyên ku bi dehan slanae k udi nav refen azadîya Kurdistanê de têdikoşin, xebatê dimeşînin bigihînin hev; bi hev re kultur, sînerjî, heycan û hemleyeke nû ava bikin.
–Bi lêxwedî derketin, parastin û pêşdebirina mafên jinan, divê em bikaribin bi enerjî û potansîyela jinan, bi awayekî girseyî tevna hişmendî û têkoşîna neteweyîğ bihûnin.
–Divê heta ku ji destê me bê, em lê bixebitin da ku, em bi HAK-PAR, PDK-BAKUR, Yekîtîya Neteweyî ya Kurdan, Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê û hemû alî û kesayetên neteweyî, kurdistanî, di payîza 2026ê de konferanseke hevbeş li dare bixin û em mizgînîya hevkarî, tifaqa neteweyî bigihînin gelê xwe.
–Em li Bakurê Kurdistanê tiştekî nû diceribînin. Em dixwazin tifaqa neteweyî ji partî, rêxistin û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên serbixwe pêk bê. Ev tiştekî nû ye û di vê derbarê de tecrubeyeke me tuneye. Ji ber wê jî helbete ku di warê hiqûqa navxweyî ya vê xebatê de emê rû bi rûyî gelek astengî û probleman bibin. Lê divê ev çavtirsyayî nebin. Divê em vê modela nû di jîyanê de pêk bînin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


