Polîtîk
Erdogan: 3 xetên sor hene ku di vê pêvajoyê de nayên binpêkirin.
21/08/2026
Erdogan: 3 xetên sor hene ku di vê pêvajoyê de nayên binpêkirin.
Begeyek ji neh rûpelan bi sernavê “Tirkiyeyek Bê Teror” ku bi fermana Serokkomar Erdogan hatiye amadekirin, ji rêxistinên AK Partiyê…
Qonaxeke nû di pêvajoya bêçekkirina PKKê de: Plana sê xalî li ser maseyê ye
20/08/2026
Qonaxeke nû di pêvajoya bêçekkirina PKKê de: Plana sê xalî li ser maseyê ye
Piştî ku PKKê xwe fesih kir û biryara danîna çekan da, ji bo çekên di destê PKKê de nekevin destê…
Buldan: Öcalan dê di komîteya bêçekkirin de cih bigire.
20/08/2026
Buldan: Öcalan dê di komîteya bêçekkirin de cih bigire.
Pervîn Buldan, endama şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê û parlamentera Wanê, diyar kir ku komîteya ku li gorî qanûna çarçovê…
Bahreyn êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
18/08/2026
Bahreyn êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
Wezareta Derve ya Behreynê êrîşa bi dronan a Iranê li ser Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî…
Nûrî Malikî: Êsrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî nayê qebûlkirin
18/08/2026
Nûrî Malikî: Êsrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî nayê qebûlkirin
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê êrîşa duhî ya li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar bi tundî kir, herwesa ragihand…
Elî Zeydî ji Mesrûr Barzani re: Ev êrîş nayên qebûlkirin
18/08/2026
Elî Zeydî ji Mesrûr Barzani re: Ev êrîş nayên qebûlkirin
Serokwezîr Elî Feleh Zeydî, bi rêya telefonê pêwendiyek serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re pêkanî Zeydî daxûyakirin ; Ev êrîşên li…
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
17/08/2026
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa bi dronan a îro şermezar kir û got, “Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in.” Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa bi dronan a ku ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê kir armanc, peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên: “Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin ku berê vê sibehê ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Serokê Ajansa Parastinê kirine armanc. Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in.” Banga li hikûmeta Îraqê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bangî hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû: “Em bangî hikûmeta federal dikin ku berpirsyarî û pêbendiya xwe ya destûrî ya di parastina ewlehî û aramiya welêt de bi cih bîne da ku ev destdirêjî ducare nebin. Parastina serwerî, ewlehî û aramiya Îraqê ku Herêma Kurdistanê jî li nav e, berpirsyariyeke hevbeş e. Divê her kes ji bo aramkirin û nehiştina aloziyan kar bike.”
Baregeha Barzanî: Bi karanîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake
17/08/2026
Baregeha Barzanî: Bi karanîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake
Baregeha Barzaniyê di daxuyaniyekê de êrîşên bi dronan li ser ofîsa serokwezîr û mala rêveberê Ajansa Parastina Kurdistanê şermezar kir…
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
17/08/2026
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa bi dronan a îro ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, “Binpêkirineke metirsîdar a serweriya Îraqê ye.” Qubad Talebanî li ser êrişa bi dronan a îro ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê daxuyaniyek belav kir. Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de anî zimên, “Em armanckirina ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.” “Helwesta Herêma Kurdistanê aştîxwazane ye” Qubad Talebanî bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “Helwesta Herêma Kurdistanê ji destpêka şer û aloziyên li herêmê ve gelekî zelal, eşkere û aştîxwazane bûye. Ji ber wê jî ev cure êriş ne tenê bêrêziya li hemberî helwest û rola aştîxwazane ya Herêma Kurdistanê ye, di heman demê de binpêkirineke metirsîdar a serweriya Îraqê ye jî. Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye.”
PDK: Ev êrîş li ser pêşxistina peywendiyan metirsîdar in
17/08/2026
PDK: Ev êrîş li ser pêşxistina peywendiyan metirsîdar in
Mekteba Siyasî ya PDKê di daxuyaniyekê de êrişa dronî ya li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa…
Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
17/08/2026
Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin Dijîterora Herêma Kurdistanê ragehand ku roja…
Mesrûr Barzanî: Êrîşên Îranê li ser tenahiya Kurdistanê gefên rasterast in
17/08/2026
Mesrûr Barzanî: Êrîşên Îranê li ser tenahiya Kurdistanê gefên rasterast in
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala Rêveberê Ajansa…
Ocalan:”Armanca min ew e ku ez welat û dewleta xwe bêtir xurt bikim û alîkariya wê bikim.
17/08/2026
Ocalan:”Armanca min ew e ku ez welat û dewleta xwe bêtir xurt bikim û alîkariya wê bikim.
Nivîskarê rojnameya Tirkî Sozcu Saygi Ozturk, behsa dengdana pêvajoya ”Tirkiyeya bê teror” dike. Ozturk di nivîsa xwe de dibêje: Qanûna…
Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
17/08/2026
Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê. Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên “Hedîd-110” ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin. Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne. Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got: “Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye.” Hedîd-110 Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye. Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here. Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire. Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike. Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin. Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn. Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye. Serokwezîrê Kurdistanê mesrur Barzanî li ser…
Emar Hekîm: PDK roleke giring di çespandina demokrasiyê de hebûye
16/08/2026
Emar Hekîm: PDK roleke giring di çespandina demokrasiyê de hebûye
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li…